Kê Zozan kuşt?

16-01-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

Li bajarê Ruhayê her sal ji deh kesan zêdetir jin û mêr, keç û kur ji ber şerên li ser zeviyan têne kuştin. Şerê li ser zeviyan li vî bajarî birîneke xedar e ku kew negirtiye. Bi kameramanê xwe Şakir Uygar re, ji bo çêkirina nûçeyek li ser vê pirsgirêkê me berê xwe da Ruhayê. Me dixwest bi çêkirina nûçeyek, di civakê de hişyariyek çêbikin. Hema çend kesan jî vê nûçeya me temaşe bikira û xwe ji şerê xal û xwarzan, ap û birazan dûr bigirta, ev ji bo  me serkeftineke baş bû. Ji bo ku em bizanibin ke ev pirsgirêk ji ber çi diqewime û çima kurd ji ber metrekareyek zevî hev dikujin, me berê xwe da ba parêzerekî ciwan. Gotin li ser gotinê zêde bûn. Parêzer qala ensesta li Ruhayê, bikaranîna rêjeyeke zêde ya madeyên hişber  û pirsgirêka civakî ya ciwanan kir. Dema ku qala dosyayek li ber destê xwe kir, min xwe di nava senaryoya fîlmekî trajîk de dît. Mûyên laşên min rabûn, xwêdaneke pir zêde da pişta min. Min hîs kir ku cilên ser min ji ber xwêdanê di nava avê de mane. Ez ê navê kesên di dosyeyê de nedim. Lê di vê nivîsê de hûn ê fêm bikin ka ocaxa malbatek çawa hatiye tefandin û koka malbatek çawa hatiye rakirin.

Ji ber ewlehiya malbatê, em ê navê Zozan li keçikê bikin. Zozan keçikek sava bû. Li bajarê Ruhayê, li navçeya dewlemendan Karakopruyê bi dê û bavê xwe re dijiya. Diçû pola dawîn a lîseyê. Di dersên xwe de serkeftî bû. Ji ber ku tekane keça malê bû, di kar û barên malê de jî alîkariya dayika xwe dikir.  Hertim rûken bû. Xeyalên wê yên pir mezin hebûn. Dixwest zanîngeheke baş qezenç bike û bibe civaknas. Kêm zêde civaka xwe nas dikir lê dixwest ilmê zanistî yên civakê jî baş fêm bike û di jiyana tarî ya civaka Ruhayê de bibe çirayeke zanistî. Belkî bi vî awayî bikaribûya di civaka xwe de guhertinek bike. Dixwest zewacên di temenê zarokatiyê de kêm bike, zewacên berdêlê ji holê rake û rêjeya bikaranîna madeyên hişber jî li gorî hêza xwe daxe asta herî kêm. Hema bi qasî sed keç û xortan bikaribûya ji vê qirêjiyê dûr bike jî dê pir bextewar bibûya. Dayika Zozanê Zelîxe ew şev çûbû mala naseke xwe. Zozan û bavê xwe Mihemed li malê bi tenê bûn. Sebra Zozanê nedihat. Keçeke ciwan, delal û bedew bû. Çavên wê kesk, bejn û bala wê weke tayê rihanê bû. Te digot vî sûretê xweşik bi qelemê xêz kirine. Hinarikên rûyê wê, pozê wê yê biçûk û lihevhatî bala her kesî dikişand. Dema porê xwe çêdikir, çend kezî jî di nava porê xwe yê kej de dihunand û li ser pişta xwe de berdida. Ger li ajanseke fîlman navê xwe tomar bikira, dikaribû bibe aktoreke baş a filîman. Ji ber bedewiya wê, der û cîranan ew bi tiliyan nîşan dida. Dilê gelek xortên wê taxê diketê, lê wê tenê xeyalên mezin dabû ber xwe. Qet zewacê nedifikirî. Dema wext jê re çêdibû, yekser berê xwe dida ba pirtûkên xwe û dixwend. Lê ew şeva ku bi bavê xwe re tik û tenê mabû, dilê wê diperpitî. Kelecaneke mezin ew girtibû. Nedikarî li cihê xwe bisekine. Te digot qey bûye çivîkek û dixwaze ji ser darek bifire ser dareke din. Lê bavê wê extiyar bû. Rojê 5 ferz nimêj dikir. Li derdora xwe jî pir dihate hezkirin. Ji ber ku çûbû hecê, der û cîranan jê re digotin Hacî. Zozanê şerm dikir ji bavê xwe destûr bixwaze. Lê deqe jê re dibûn saet, saet jê re dibûn şev û roj. Wext derbas nedibû. Dilê wê hê jî diperpitî. Dixwest ew şev ji malê derkeve. Lê nedizanî dê bî kîjan gotinan û bi çi awayî vê daxwaza xwe ji bavê xwe Hacî Mihemed re bibêje. Di carekî de wêrekiyeke wisa ser dilê wê girt, ji nişka ve got;

-Bavo! Ez dixwazim biçim mala hevala xwe Fatma. Ez ê pê re ders bixebitim. Ger destûra te hebe, ez ê çend saetan ders bixebitim û bêm.

Bavê wê Mihemed ji keça xwe Zozanê re got;

-Keça min; vê şevê tu yê çawa biçî mala hevala xwe? Der û cîran te vê saetê li derve bibînin, ez nikarim derkevim nava xelkê. Li ser dûvê xwe rûnê û dersê xwe li malê bixebite.

Zozanê israr kir. Ne Zozan û ne jî bavê wê Hacî Mihemed ji ya xwe nehatin xwarê. Lê kesî ya xwe bi ser ê din nexist.  Bavê wê neçar ma telefonê dayika wê Zelîxeyê bike.

-Zelîxe! Keça te dixwaze biçe mala hevaleke xwe ders bixebite. Jê re bêje bila li mala xwe rûnê. Eyb e, şerm e. Vê saetê ez naxwazim ew ji mala xwe derkeve.

Dayika Zozan Zelîxeyê, li bavê wê Hacî Mihemed vegerand û got;

-Hacî! Bihêle bila keçik biçe. Li malê pir aciz dibe. Qîza me bûye 17 salî; ev cara ewil e ji te tiştekî dixwaze. Destûr bidê bila here. Jixwe tenê qîzeke me heye. Ji te sed lava û ricayan dikim dilê wê nehêle.

Bavê wê Hacî Mihemed bê dilê xwe destûr da keça xwe.

Zozanê çend pirtûk û defterên xwe girt, weke bebekek ku dayika wê ew hembêz dike, pirtûkên xwe da ber singê xwe û berê xwe da mala Fatmayê. Ev cara sêyemîn bû ku Fatmayê didît. Hevaltiyeke wan a dûr û dirêj tunebû. Fatmayê ew bi kêfxweşî pêşwazî kir, jê re hinek dendik, piskivêt û çîkolata anî. Kolayek jî danî ber. Piştî ku Zozanê çend piskivêt û çîkolata xwarin û kolaya xwe xilas kir; hêdî hêdî xeweke giran kete çavên wê. Nedikarî çavên xwe veke. Piştî çend saetan Zozan bi xwe ve hat lê tu tiştekî nedihate bîra wê. Digot qey dersê xwe xebitiye, piştre bê hemdê xwe di xew re çûye û niha hatiye ser hemdê xwe. Lewre ew li ser cihê ku beriya xewê rûniştibû, disekinî. Piştî demekê vegeriya mala xwe.

Di ser wê rojê re dem  û dewran derbas bû. Piştî du heftiyan zikê wê diêşiya. Dema bêhna xwarinek dihate pozê wê, îdare nedikir. Tim dilê wê digeriya û vedirişiya. Bavê wê tu maneyek nedida vê rewşa keça xwe. Zozanê nekarî îdare bike û ji bavê xwe re got;

- Bavo! Ez nikarim îdare bikim. Zikê min diêşe. Ez ketime bextê te; ka min bibe nexweşxaneyê.

Bavê wê yekser Zozanê rakir nexweşxaneyê. Piştî çend tetkîkan, bijîşk dibişirî, bi rûkenî ber bi bavê Zozanê ve dihat. Piştî nêzî bav bû; jê re got;

-Apê Hacî! Çavên te ronî! Keça te ducanî ye. 

Ji Hacî Mihemed qet deng nehat. Te digot qey zimanê wî nagere. Keça xwe Zozanê girt û anî malê. Di rê de ne ew û ne jî Zozan qet nediaxivîn. Zozanê ji bavê xwe re got:

- Bavo xeletiyek heye. Ne mimkun e ku ducanî bim.

Lewre Zozanê wisa dizanî ku tenê li mala Fatmayê ders xebitiye. Paşê di xew re çûye û piştî şiyar bûye jî vegeriyaye mala xwe. Haya wê ji bayê felekê tunebû. Nedizanî ku Fatmayê derman xistiye nava kolaya wê û ew pêşkêşî xortê eşîreke navdar kiriye.  Piştre derdikeve holê ku xortekî dewlemend ku ji eşîreke sereke ya Ruhayê ye, ji Fatmayê keçeke bedew û delal ku hêj keçaniya xwe ji dest nedaye xwestiye. Ji bo vê jî pereyekî pir zêde daye Fatmayê. Hevala Zozanê Fatma ev ecêb aniye serê wê.

Bavê Zozanê Hacî Mihemed û dayika wê Zelîxe ji bo ku kes bi vê bûyerê nehese, mala xwe bar dikin bajarekî mezin ê Tirkiyeyê. Ji bajarê xwe koçber dibin. Tirsa dê û bav ew e ku eşîra wan bi vê bûyerê bihese û biryara kuştina keça wan bidin.

Piştî çend mehan ev bûyer diçe guhê hin kesan. Pêşî tenê pistepist e. Paşê di nava hemû eşîrê de belav dibe. Eşîr li hev dicive û ji bavê Zozanê re dibêjin wan biryara kuştina Zozanê daye. Ji bavê wê Hacî Mihemed dixwazin keça xwe bikuje. Bav pêşî li ber xwe dide. Lê dike û nake ji destê eşîrê û malbata mezin nikare xwe xilas bike. Piştî ku zarok ji ber keça wê diçe, ew careke din mala xwe bar dike û vedigerin Ruhayê. Digel israra eşîrê jî keça xwe nakuje.

Rojek keça xwe dibe mexazeyeke navdar û ji keça xwe re dibêje;

-Zozan! Qîza min; tu ji kîjan kincî hez bikî, ez ê îro ji te re bikirim. Li ber pere nekeve, dilê te kîjanî bixwaze ez ê wî kincî bikirim.

Zozan pir kêfxweş dibe. Cara ewil e dibîne bavê wê ew dibe mexazeyek û dixwaze jê re cilan bikire. Heta niha tenê yan bi dayika xwe Zelîxe yan jî bi hevalên xwe re çûye kinc standiye. Lê îcar bi bavê xwe re çûye. Kelecaneke mezin ew girtiye. Bavê xwe tu caran wisa dilnazik nedîtiye. Ji nava bi dehan kincên ku li xwe dike, yekê hildibijêre. Fistanekî xweşik ê spî diecibîne. Di dilê xwe de wiha dibêje;

-Jixwe îsal lîseyê diqedînim. Ez ê bi vî kincî biçim torena mezûniyetê. Herkes dê ji vî kincê min pir hez bike. Lê ji min re pêlavek li gorî vî kincî jî lazim e.

Bavê wê beriya ku Zozan jê pêlavek bixwaze li keça xwe vedigere û dibêje;

- Keça min! Dilê te çi dixwaze wê bikire. Xeman nexwe.

Zozan pêlaveke xweşik a li gorî kincên spî jî dikire. Bavê wê Hacî Mihemed ji keça xwe re dibêje;

-Keça min a delal! Dixwazim tu vî kincî û vê pêlavê niha li xwe bikî. Piştî te xwe xemiland, ez ê îro te têr bigerînim.

Keça wî Zozan pir kêfxweş dibe. Dilê wê weke dilê kevokek lêdide. Tîne aqilê xwe ka heta niha çima navbera wê û bavê wê de têkiliyeke evqas xweşik çênebûye. Lê naxweze serê xwe zêde bi van pirsan biêşîne û çi ji dilê wê tê ew roj ji bavê xwe dixwaze. Bavê wê ew li otomobîlê siwar dike û ber bi derveyî bajêr ve diçin. Ew Zozana ku li ber bavê xwe şerm dikir tu gotinan bide ser hev, bibû şalûl û bilbil. Zimanê wê qet nedisekiniya. Heta rih di zimanê wê de hebû bi bavê xwe re diaxivî, henekan dikir. Lê bavê wê Hacî Mihemed qet nediaxivî. Tenê çavên wê li ser qîza wê bû. Bi qasî ku di otomobîlê de li pêşiya xwe binêre, ewqas zêdetir li qîsa xwe temaşe dikir. Piştî çend kîlometre derketin derveyî bajêr, Zozanê ji bavê xwe re got;

-Bavo! Dilê min diçe cîgerê. Zûde ye min cîger nexwariye.

Bavê wê berê otomobîlê vedigerîne û careke din tê bajêr. Li xwaringeha herî navdar a Ruhayê cîger dide keça xwe. Piştî xwarina wan diqede, careke din berê otomobîlê dide derveyî bajêr, ber bi daristanek ve diçin. Bi qasî 20 kîlometre ji bajêr dûr bûne. Zozan dîsa xwe nagire û dîsa ji bavê xwe daxwazek dike.

-Bavo! Dilê min diçe şîraniyê. Ez dixwazim paqlewe bixwim.

Bavê Zozanê careke din berê otomobîlê dizivirîne. Bi keça xwe re tê cihê herî navdar ê şîraniyan. Paqleweya herî baş dide keça xwe. Piştî şîraniyê bavê wê Hacî Mihemed careke din berê otomobîlê dide derveyî bajêr û dikevin riya daristanê. Hêj havîn e. Lê sermayeke pir ecêb laşê Zozanê digre. Zozan diricife. Destê xwe davêje pişkoka klîmaya otomobîlê û dixwaze klîmayê bigre. Destê bavê wê û destê wê tên ser hev. Bav lê dinêre keça wî Zozan diricife... Dilê keça wî weke dilê çivîkek lêdide. Dilekî nazik û nazelîn. Ji nişka ve berê demanceyê dide serê keça xwe Zozanê û ew li wir dikuje.

Paşê bavê wê Hacî Mihemed tê girtin. Ev parêzerê ciwan diçe serdana muwekîlê xwe. Dixwaze îfadeya wî bigre. Bav her tiştî ji serî heta binî jê re dibêje. Û tenê daxwazek ji parêzer dike. Dixwaze biçe serdana gora keça xwe Zozanê. Lê parêzer dike nake dozger destûr nade. Dozger li parêzerê me yê ciwan vedigre û dibêje;

-Rêzdar! Vî camêrî keça xwe kuştiye. Ew ê cezayê muebetê bixwe. Te nû dest bi kar kiriye. Ez kelecana te fêm dikim. Lê nabe ku dewlet destûreke wiha bide kujerek.

Parêzer destvala ji girtîgehê vedigere û tê buroya xwe. Li ser dosyaya muwekîlê xwe kar dike. Piştî çend rojan ji girtîgehê xeberek tê. Hacî Mihemed deterjan xwariye û xwe kuştiye.  Ji ber deterjanê nava laşê wî hemû şewitiye. Bi eziyeteke mezin dawî li jiyana xwe aniye.

Piştî ku dayika wan Zelîxe bi xwekuştina mêrê xwe dihese, bê zar û bê ziman dimîne. Bi kesî re nade û nastîne. Der û cîran dibêjin Zelîxeyê aqil avêtiye.  Dem û dewran derbas dibe; ji mala Zelîxeyê jî xeberek tê.

Dayika Zozanê Zelîxeyê xwe bi perwaneya xanî daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Ji wê roja ku ez bi parêzer re axivîm û min çîroka vê malbatê bihîst; pirseke bê bersiv di serê min de ma...

Gelo bavê Zozanê ew kuşt an civakê?

Hacî Mihemed û Zelîxeyê xwe kuştin an civakê ew kuştin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst