Gelo Îraq dê ji bêtara Libnanê îbretê bigire?

01-12-2024
Hêmin Ebdullah
A+ A-

Kesê wiha bifikire ku bi wê agirbesta ku li Lubnanê hat kirin, Hizbulahê winda kir û dawî lê hat, mesele bi tevahî fêm nekiriye. Kesê wiha bifikire jî ku Îsraîl gihîştiye piştrastiyeke mayînde ku êdî Hizbulah ne gef e li ser wê, wêneyê mezin nedîtiye.

Ya ku di rastiyê de heye û em dibînin Hizbulahek e ku tenê berî çend hefteyan rêberê wê Hesen Nasralah gef li Qibrisê dixwar ku eger alîkariya Îsraîlê bike dê deriyên dojehê lê bên vekirin. Hizbulahek e ku digotin xwedî karîneke mûşekî ya wêranker e û mîna şana hingiv e, hema ku bê tevdan, dê wer bi Îsraîlê ve bide ku qet baş nebe.

Hizbulahek e ku Îsraîlî bi xwe jî mikur hatibûn ku hêza herî mezin û bibandor a nedewletî ya cîhanê ye. Dewletek di nava dewletekê de bû û sînorê çalakiyên wê tenê li Rojhilata Navîn ranewestiyabû, li şûnê, gihîştibû Amerîkaya Latîn û tewra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî.

Hizbulah ji bo yên ku ew nas nedikirin milîs û komeke dûvelanka Îranê bû. Rikberên wê jî gelekî hewl dida wê wiha bidin nasîn lê di rastiyê de hêzeke mezin a sînorbir, rêkxistî û bibandor a siyasî, aborî, civakî, xizmetguzarî, leşkerî, îstixbaratî û tewra çandî bû. Rast e Îsraîlê ew di nav çend hefteyan de bê çeng û basko kir lê qet garantiyeke ji sedî sed nîne ku çeng û baskên wê dîsa dirêj nebin.

Hikûmeta tundajo ya Îsraîlê ku dest bi şerê wêrankirina Xeze û Hemasê kir û tewra hin komkujî jî pêk anîn, demeke dirêj bêzarkirinên Nasralah û dronên Hizbulahê tehemûl kir. Hesen Nasralahê ku piştî Qasim Suleymanî bûbû wesiyê bavê Eniya Berxwedanê li dijî Îsraîlê, rijdiyeke mezin li ser "yekkirina eniyan" li dijî Îsraîlê dikir.

Lê belê piştî nemana wî û gelek serkirdeyên sereke û yekem ên Hizbulah û Hemasê, hevrêbazên wî neçar man rêya "cudakirina eniyan" hilbijêrin. Ji bo ku wekî Nebîh Beriyê hevpeymanê wî û serokê parlamentoyê û serokê defakto yê Lubnanê eşkere got: Tiştê ku maye were parastin.

Hizbulahê şer nekir û gotinên wan tenê axaftinên qelew û nekirkêr bûn? Bê guman na. Hizbulahiyan bi bîr û bawerî şer kir lê Îsraîl bi rêgezên şer ên nû yên cîhanê lîst. Li şûna şerê artêş û bejahiyê, Îsraîlê şerê teknolojî û îstîxbarata nûjen a cengê bi Hizbulahê re meşand. Rojekê pager û bêtêl bi wan de diteqandin, rojeke din civînên wan ên herî nihênî û gelek masiyên mezin dikirin armanca bombeyeke asmanî ya nû ya wêranker.

Li ser erdê, Hizbulah dihat ku li Îsraîlê bi pêş ve here lê belê Îsraîliyan ji asmên qiyamet dianîn ber peravên Beyrûtê. Hizbulaha ku tewra razgirê wê yê giştî jî gef li Kurdistanê dixwar wer lê hat ku nikarîbû merasîmeke layiq ji bo veşartina rêberê xwe yê kuştî li dar bixe. Cîgirê wî di peyama xwe ya berxwedanê de bênavber xwêdana eniya xwe paqij dikir!

Tevî van hemû tiştan jî, ne şert e ku ev dawiya Hizbulahê wekî gef û hêzeke mezin a nedewletî ya herêmê be. Wekî ku peymana agirbestê nîşan dide, hemû xalên ku sala 2006an di peymana agirbesta di navbera Hizbulah û Îsraîlê de hebûn û paşê bû biryara hejmar 1701 ya Konseya Eewlehitl, di peymana nû de jî cih digirin.

Ji bo vê gotarê, ez vegeriyam atmosfera siyasî ya wê dema ku ew biryar tê de derket. Lap notila vêga ye. Hizbulah pêşwaziya wê dike û Îsraîl jî pesnê girîngiya wê dide lê paşê wekî ku Kurd dibêjin kurmê şîrî heta pîrî ye! Cudahiya peymana vê carê ew e ku Amerîka û Fransa (ne Neteweyên Yekbûyî) bicihanîna wê garantî dikin. Ne şert e ku bikarin lê garantî ji "raspartina hêzeke Neteweyên Yekbûyî" bihêztir e!

Dê çi were serê Hizbulahê? Hîn jî li Lubnanê wekî hêzeke pir bibandor dimîne, bi şertê ku Esed li civaka dijî Îranê nezîvire. Hegemonyaya Hizbulahê ji hêla leşkerî û propagandaya medyayê ve li başûrê Libnanê bû lê li bakurê rojhilat û li paytexta Libnanê jî hêj bandor û hegemonyaya wê maye û rapirsî jî dibêjin ku gelek alîgirên wê li wan navçeyan hene.

Tişta ku li Libnanê diqewime, ji bo "baskên berxwedanê" yên Îraqê derseke girîng dihewîne. Di çend hefteyên "berxwedanê" de wer li Lubnanê hat ku texmînên cîhanî yên fermî dibêjin nêzîkî 9 milyar dolaran pêwîst e ji bo ku vegere wekî berî şer. Kampanyaya Hizbulahê bi gotarên agirîn û şandina mûşek û dronan û heytehola medyayî ya "ji bo piştgiriya Hemasê" ewqas lêçû, gelo dê ji bo "berxwedana Îraqî" çiqas lê here? 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst