YNK û rêbaza Mam Celal

14-10-2021
Arif Qurbanî
Nîşan YNK Mam Celal Celal Talebanî
A+ A-

Çar sal di ser koça dawî ya Mam Celal re derbas bûn. Lê di rastiyê de, Mam Celal pênc salan berî ku xatirê xwe ji jiyanê bixwaze, bi sedema nexweşketina xwe, xatirê xwe ji siyasetê xwestibû. Ango em dikarin bibêjin ku neh sal in Mam Celal di jiyana siyasî ya Iraq û Kurdistanê de nemaye. Lê tişta ku li ba min cihê pirs û pûnijînê ye ev e: Ma bi nexweşketin an mirina wan, êdî rola serkirdên mezin ên dinyayê kuta dibe?

Gelo bi nemana Mam Celal di nav qada siyasî de, rol û bandora wî di nav dinyaya siyaseta Kurdî de ma? Dibe ku dost û neyarên Mam Celal hevnêrîn bin ku Mam Celal siyasetvanekî bêhempa bû, xwedî bîr û dîtinên siyasî bû, şiyana wî ya nirxandina rewşan û pêşbîniya bûyeran hebû. Cîhanbîniya wî ya taybet hebû. Di nav şoreşê û qada siyasî ya Iraq û Kurdistanê de, rola wî di çêkirina bûyeran û herwisa di arasteyên bûyeran de hebû. Baweriya wî bi meseleya rewa û pirsgirêka neteweya wî hebû. Di jiyana xwe de, bi rêyên cuda cuda ji bo bidestxistina mafên gelê xwe xebitî, bi rêya şoreşê û bi rêya bikaranîna gotûbêjan û bi rêyên dîplomatîk.

Mil bi milê bawerbûna wî bi rewatiya doza miletê Kurd, xebateke bê rawestan ji bo geşbûna siyasî, civakî, aborî û belavbûna demokrasiyê kir. Xisletên wî yên taybet di vê çarçoveyê de ji bo pênaseya siyasetê ku hunera rêvebirin û xweguncandinê ye. Mam Celal bi wateya peyvê kesekî xweguncên bû bi hemû rewşan re, herwisa di hemî şert û mercên berdest û dijwar de hevrikî û hevkêşe îdare dikirin. Seba armancên xwe yên stratejî ji bo her qonaxekê plana wî ya taktîkî hebû. Li ku pêwîst bûya çep û marksî be Maoî bû (Alîgirê bîr û baweriyên lîderê komunist ê Çînî Mao Zedong bû). Li ku pêwîst bûya bawerdar bi bingehên olê û girêdayî zagonên îmandariyê be, Mam Celal dibû mela û şêxê ji dola şêxan.

Ji bo Kurdan wiha baş bûya berê wan li Rojavayê be, Mam Celal demokrasîxwazekî Rojavayî bû. Pêwîst bûya dest bi kemera Îranê bigire, neviyê seyid û alelbeyt bû. Lê ti carî jî ne dijberê bereya din bû. Dibe ku tekane siyasî jî bû ku ev hemî jê re diçûn serî, tew bûbû sihirek û bala gelek kesayetên cîhanê û navendên mezin kişandibû ser xwe ku di eynî demê de dikare hevkêşeyan bi hemî nakokiyan ve bi balans rabigire. Di medyayên cîhanî de bi sersamî dihat nivîsîn, Talebanî takekes e di heman demê de aliyekî rûyê Ehmedî Nijad maç dike û aliyê din ê rûyê Condoleezza Rice radimûse wek amajeyekê ji bo cûreyê îdarekirina pêwendiyên bi wan her du aliyên nakok re (Îran û Amerîka).

Min ev wek bibîrxistinekê ji bo wê yekê nivîsî da ku bibêjim Mam Celal serkirdekî mezin bû. Lê ji vir ve ez ê li dû caba vê pirsê bigerim: Gelo rola vî serkirdê mezin kuta bû yan dê bandorên wî ji bo niha û siberojê berdewam bibin? Divabû berî her kes û arasteyeke siyasî ya din, li dû wî bandor, reng û nexşa rêbaza Mam Celal di partiya wî bi xwe de derketa. Lê eşkere ye ku YNKêya piştî Mam Celal naşibe YNKê ya Mam Celal. Li vir tê wê wateyê ku li dû wî, rêbaza wî hat piştguhxistin.

Piştî nexweşketina wî di dawiya sala 2012an de, êdî YNK roj li pey rojê ji sihira Talebanî hat valakirin, xasma ji aliyê wan kesan ve ku zêdetirîn propaganda ji bo wê yekê dikirin ku ew ê dirêjahiyê bidin rêbaza Mam Celal. Dibe ku nirxandina vê mijarê hewcedarî çend vekolînan be. Liq û şaxên dîtin û bîr û baweriyên Mam Celal, tez û nêrînên wî ji bo çareseriya Doza Kurd, ked û xebata wî di vê rêyê de, pêwîstiya wan bi nivîsîna çend pirtûkan heye.

Pêwîst bû jî di van neh salan de partiya Mam Celal çend berhemên cuda cuda di vî warî de berhem binaniya. Lê mirov hîs dike ku nedilsoztirîn partî di dinyayê de li hember rêberê xwe, ev Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi xwe ye! Qet nebûya bila gotarên Mam Celal ku di helkeftên cuda cuda de pêşkêş kiribûn bihatana berhevkirin, dê vêga bi dehan pirtûk di pirtûkxaneya Kurdî de li ber destê vekoler û lêkolînvanan bûna ji bo pênasekirina Mam Celal û rêbaza wî. Lê nola ku Talebanî tenê ji bo propaganda hilbijartinan ji wan re pêwîst bûbe, lewma qet awirek lê nedan.

Di gotareke wisa de derfeta nirxandin û danberhevê berteng dibe. Lewra ez ê tenê qala cûrekê ji siyaseta Mam Celal bikim ku di jiyana xwe de baweriya wî pê hebû, kiribû hîmê kar di hemî qonaxên xebatê de, ew jî ragirtina balans û hevsengiyê bû, dostê hemî terefên pirsgirêkê bû bêyî ku ew bi xwe di pirsgirêkan de bibe alî û teref.

YNK li Sûriyê hat damezrandin. Lê ji wê hûrdemê ve têkiliya Mam Celal û YNKê bi şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê re her berdewam bû. YNK dost û piştevana PKKê ye û di heman demê de Mam Celal kilîta vekirina deriyê gotûbêjên aştiyê di navbera Kurdan û Tirkiyê de bû. Di eynî demê de dostê Komele û Demokrat û Îranê bû. Sunî û Şîeyên Iraqê tew li ser ol, dinya û Qiyametê jî ne hevnêrîn in, lê belê li ser Mam Celal û parastina pêwendiyan bi partiya Mam Celal re yekhelwest bûn. Piştî Mam Celal li ser asta navxwe, hemî rêbaza wî li ber bayê dêran. Hevsengiya wan bi hemî aliyan re têk çû.

Tirkiyê ku ji bo pêwendiya pirsgirêka PKKê berê wê li YNKê bû, nûnerên YNKê li Enqerê dersînor kir û gefa girtina Silêmaniyê jî xwar. Îran ku ji bo pirsgirêka Kurdistan û Iraqê, herwisa ji bo îdarekirina Doza Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berê wê li Mam Celal û YNKê bû, vêga gefa anîna artêşê bo ser Kurdistanê dixwe. Jixwe pêwendiya Sunî, Şîe û Turkmenan jî diyar e bi YNKê re gihaştiye ku derê. Piştî Mam Celal, YNKê bi arasteyeke din de birin. Ew hevsengiya ku Mam Celal ragirtibû zû ji nav birin. Wisa kirin ger di ketwarê de jî YNKê ne teref be di wan hemî pirsgirêkan de, lê di her pirsgirêkekê de tilîpêçiya tohmetê ji bo wê ango ji bo YNKê tê dirêjkirin. Temaşe bikin li bal Îranê guman tê kirin destê YNKê di kuştina Qasim Suleymanî de hebe. Li cem Amerîkayê, YNKê wek dûvelanga Îranê tê dîtin. Ji hêla hêzên Kurdî yên neyarên Îranê, YNKê bi teslîmkirina kadroyên wan tê tohmetbarkirin. Li cem Tirkiyê, YNKê tohmetbar bi hevkarîkirina PKKê. Li cem PKKê jî YNKê cihê gumanê ye ku bi agahî û zanyariyên wê yên saloxgêrî kadroyên wê li Silêmaniyê armanc tên girtin.

Berê Mam Celal û YNKê pirsgirêka Kerkûkê îdare dikirin, niha biryara girtina yek ji hevserokên YNKê li Kerkûkê heye û partî jî (YNK) divê bi ruxset bîranîna Newrozê li wir pîroz bike. Xwepêşandan li Sine û Mihabadê tên kirin, tohmet tê belavkirin ku dijeterora YNKê bi Artêşa Pasdaran re di serkutkirina serhildanê de beşdar bûye. Xwepêşandan li Bexdayê tê kirin û kolan dibin gola xwînê, medyayên Iraqî dibêjin ku hêzeke ewlekariyê ya YNKê ji bo serkutiya xwepêşanderan ji Silêmaniyê hatiye. Li Bexdayê hikûmet di jûra Talebanî de dihat pêkanîn, niha wexta ku hikûmet tê pêkanîn piştî şeş mehan wek xêr wezîrek bi YNKê tê dan. Ev û bi dehan mînakên din hene ku me didanin pêşber vê pirsê ku em bipirsin: Erê bi rastî hêj Celalî di nav YNKê de mane?

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst