Li Rojhilata Navîn a Nû Kî dê Nûnertiya Kurdan Bike?

18-11-2024
Selîm Cibilgrawî
Nîşan Rojhilata Navîn a Nû Kurd Nûnertî Kongreya Neteweyî
A+ A-

Dema ku Rojhilata Navîn careke din di bin giraniya şer û hevpeymaniyên nû de diguhere, miletê Kurd xwe li ber deriyê qonaxeke dîrokî ya nû dibîne. Şerê dawî yê Îsraîl-Filistînê û bandora wî ya li ser Libnanê, bêîstiqrariya herêmê kûrtir kiriye.

Ev tevlihevî bangên nû tîne ji bo jinûvefikirina li ser sînorên siyasî û strukturên hêzê yên ku demeke dirêj li Rojhilata Navîn serwer bûn. Ji bo Kurdan - miletekî xwecih ku nifûsa wan li Tirkiye, Îraq, Sûriye û Îranê ji 50 milyonî zêdetir e - ev guherîn hem derfet hem jî asteng in. Di vê dema derbasbûna herêmî de, Kurd bi pirseke girîng re rû bi rû ne: Di van demên nediyar de kî dê bi dengekî yekgirtî nûnertiya wan bike?

Zêdetirî sedsalekê ye ku Kurd di nav dilsoziyên parçebûyî, sînorên dabeşkirî û hevpeymaniyan de rêya xwe ya neteweyî dimeşînin lê ev qonaxa guherînê gazî nêrîneke nû dike. Tiştê ku îro ji Kurdan re pêwîst e, dezgeheke yekgirtî û dûrbîn e:

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ku bikaribe pirên nav dabeşbûnên wan ava bike û helwesteke bihêz û yekgirtî li hemberî cîhanê nîşan bide. Dezgeheke wiha dê dengekî pêbawer, profesyonel û temsîlkar bide miletê Kurd ku karibe bi civaka navneteweyî re têkiliyê deyne dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê şekilandin.

Ber bi Kongreya Neteweyî ya Kurd a Dûrbîn ve

Fikra Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ne nû ye lê girîngiya wê ti carî ew qasî zelal nebûye. Berevajî hewildanên berê yên yekîtiyê ku pir caran ji ber cudahiyên îdeolojîk an herêmî têk çûn, ev Kongre dê were avakirin da ku rengîniya Kurdistanê bi xwe nîşan bide û rêzê lê bigire.

Wek struktureke torî hatiye organîzekirin, dê ji komîteyên pisporî pêk werin ku herêmên cuda yên Kurdistana Bakur (Tirkiye), Kurdistana Başûr (Îraq), Rojava (Sûriye) û Kurdistana Rojhilat (Îran) temsîl dikin. Ev komîte dê bên xurtkirin da ku li ser hewcedariyên taybet ên her herêmê bisekinin û di heman demê de di bin dîtineke hevpar a Kurdistanî de kar bikin ku ji sînoran derbas dibe.

Ev struktur dê destûrê bide Kurdan ku hem pirsgirêk û pêşiyên xwe yên taybet di her herêmê de çareser bikin û hem jî eniyeke Kurdî ya yekgirtî ava bikin. Bo nimûne, dema ku Kurdistana Başûr di nav Îraqê de xweseriyeke taybet bi dest xistiye, Kurdistana Bakur bi rewşeke bi tevahî cuda re rû bi rû ye û bi rewşa siyasî ya Tirkiyeyê re têdikoşe. Kongreya Neteweyî ya Kurd dê destûrê bide van herêman ku siyasetên taybet bimeşînin û di heman demê de armanca sereke ya xweseriya Kurdan xurt bikin.

Têkoşîna Pênasekirina Nasnameya Kurdî

Astengeke girîng a li ber yekîtiya Kurdan, cudahiya îdeolojîk a di nav tevgerên siyasî yên Kurd de ye. Partiyên kevneşopî, wek Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bi taybetî li Kurdistana Bakur roleke navendî lîstine. Lê belê veguherîna îdeolojîk a dawî ya PKKyê ber bi cîhanîbûn, dijî-netewetî û heta hinek aliyên nasnameya Tirkî ve, kelişeke mezin afirandiye.

Gelek Kurd dipirsin ka gelo îdeolojiya niha ya PKKyê bi xwestekên neteweya Kurd re hevaheng e. Ji ber vê yekê, hewcedariyeke lezgîn heye ji bo serokatiyeke nû ku giringiyê bide nasnameya Kurdistanî û xwestekên taybet ên netewa Kurd. Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku hem dengên kevneşopî û hem jî yên nû yên Kurdan tê de cih bigirin, dikare platformeke ji bo diyalogeke vekirî ava bike û alîkariya pirkirina van cudahiyan bike.

Avakirina Mala Kurd: Bingehek ji bo Yekîtiyê

Di ruhê tevahîbûnê de, konsepte "Mala Kurd" dikare bibe dilê Kongreya Neteweyî ya Kurd - cihekî fizîkî û sembolîk ku tê de nûnerên Kurd, rewşenbîr, bandorker û aktorên siyasî yên nû dikarin bicivin. Ev Mala Kurd dê wek navendeke hevkariya stratejîk kar bike, gotûbêjên ku rêzê li dîtinên cuda digirin û di heman demê de ber bi siyaseteke Kurdî ya yekgirtî ve dixebitin, hêsan bike. Bi afirandina hawîrdoreke rêzgirtinê, ev cih dikare alîkariya guherandina çanda siyasî ya Kurd ji pêşbazî û dabeşbûnê ber bi hevkarî û yekîtiyê ve bike.

Ji bo ku Kongre wek dezgeheke pêbawer û profesyonel bimîne, divê çend prensîb rêberiya avakirina wê bikin:

Tevahîbûn: Divê Kongre spektrumeke berfireh a civaka Kurdî temsîl bike. Ev tê wateya anîna partiyên cihgirtî û aktorên siyasî yên nû, rewşenbîr, ramanwer û nifşê ciwan ku perspektîfên nû tînin bi hev re. Bi tevlêkirina dezgehên wek Partiya Kurdistanê û platformên serbixwe yên Kurdî, Kongre dê karibe cih bide gelek dîtinan, ku wê bike bêhtir bihêz û kêmtir tûşî hişkbûna îdeolojîk.

Vizyona Stratejîk û Serokatî: Divê Kongre dîtineke zelal û yekgirtî ava bike ku bi rêya destûreke rêber were vegotin. Ev dîtin dê bibe bingeha dîplomasî û siyaseta Kurdî, têkoşîna Kurdî wek têkoşîneke ku li ser demokrasî, mafên mirovan û îstîqrara herêmî ye, bi nav bike. Divê nûnerên Kurd di Kongreyê de ramanwerên stratejîk bin ku di meşandina rewşa siyasî ya aloz a Rojhilata Navîn de jêhatî bin.

Ragihandina Bibandor: Divê Kongre çîrokeke yekgirtî bi pêş bixe da ku li hemberî dehsalên şaşzanînê raweste. Ev çîrok divê tekeza Kurdan li ser hevjiyana aştiyane, demokrasî û mafên mirovan bike û li dijî wênekirina doza Kurdî wek tehdîdeke herêmî be. Bi rêya ragihandineke bibandor, Kongre dikare cihê Kurdan li qada navneteweyî xurt bike.

Derbasbûna Astengîyên li ber Yekîtiya Kurdistanî

Afirandina dengekî Kurd yê yekgirtî ne karekî hêsan e. Tevgerên Kurdî demeke dirêj ji aliyê hêzên herêmî ve hatine bêbandorkirin û parçekirin ku ji perçebûna Kurdan sûdê werdigirin. Loma, avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurd hewcedarî parastinên cidî ye da ku nebe piyoneke di siyaseta herêmî de. Divê ev Kongre bi qahîmî li ser berjewendiyên Kurdî were avakirin, ji armancên demkurt ên her faksiyonê yan her dewletê derbas bibe.

Her wiha astengîyên xwezayî hene di yekkirina herêmên cuda yên Kurdistanê di bin sîwanekê de. Her parçeyê Kurdistanê rastî zextan û sistemên siyasî yên cuda tê. Bo nimûne, ezmûna xweseriya demokratîk a Rojavayê, tecrûbeya Kurdistana Bakur di bin rêveberiya Tirkiyeyê de, û otonomiya siyasî ya Kurdistana Başûr her yek rastiyên cuda pêşkêş dikin. Struktureke federal di nav Kongreyê de dê rêzê li van cudahiyan bigire û di heman demê de li ser mijarên sereke yên Kurdî hevahengiyê misoger bike, nêrîneke yekgirtî lê adapte ji bo xwe-temsîlkirina Kurdî ava bike.

Derfeteke Stratejîk di Nav Jinûveavakirina Herêmî de

Şerên niha li Rojhilata Navîn û îhtimala jinûveavakirina herêmî derfeteke dîrokî dide Kurdan. Dema ku aktorên navneteweyî hevpeymanan û paşeroja herêmê ji nû ve dinirxînin, Kurd dikarin xwe wek hêzeke îstîqrarê bi pêşkêşkirina dîtineke yekgirtî û koherent ji bo paşeroja xwe pêşkêş bikin. Avakirina Kongreyeke Neteweyî dê ne tenê pozîsyona danûstandinê ya Kurdan xurt bike lê her wiha dê nîşana amadekariya wan a beşdariya konstruktîf di veguherîna herêmê de be.

Divê Kongre bi hêzên global, dewletên cîran û rêxistinên navneteweyî re têkiliyê deyne, tekez bike ku dezgeheke Kurdî ya bihêz û biîstîqrar beşdarî ewlehiya berfirehtir a herêmê dibe. Kurd dikarin bi avakirina hevpeymaniyên aktîv, piştgiriyê ji bo xwestekên xwe bi dest bixin û di heman demê de şaşfehmiyên ku xweseriya Kurdî tehdîdeke li ser îstîqrara herêmî ye, ji holê rakin.

Vizyonek ji bo Paşeroja Kurdan

Bi avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî, Kurd dikarin vê qonaxê bi kar bînin da ku rola xwe li Rojhilata Navîn ji nû ve binav bikin. Kongreyeke wiha dê ne tenê dengekî yekgirtî lê her wiha dezgeheke pispor a ku dikare aloziyên jeopolîtîka modern bi rê ve bibe, temsîl bike.

Li hemberî tevliheviya herêmî, derfet heye ku Kurd paşerojeke ku li ser yekîtî, profesyonelî û armancên hevpar ava bikin. Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku bi tevahîbûn û adaptebûnê hatiye avakirin, dikare misoger bike ku Kurd dengekî pêbawer hebin dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê fikirîn.

Di analîza dawî de, ev Kongre dê bibe şahidê berxwedana Kurdistanî û qonaxeke girîng di rêya Kurdan a ber bi çarenûsa xwe ve. Bi anîna Kurdên ji hemû herêm û paşxaneyên siyasî bi hev re, Kongre dê hêza yekîtiya Kurdan berçav bike û îspat bike ku di vê sedsalê de, miletê Kurd amade ye ku çarenûsa xwe wek beşeke naskirî, rêzlêgirtî û bingehîn a mozaîka Rojhilata Navîn şekil bide.

Kongreya Neteweyî ya Kurd dê ne tenê mîrateya Kurdistanê misoger bike lê her wiha dê rêyeke pêşve pêşkêş bike ku hêvî, hêz û piştgiriyê di hemberî pêlên guherînê de hembêz dike.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Ebûbekir Elî /Wêne: Rûdaw Grafîk

Çend rojên yekalîker ji bo Rojavayê Kurdistanê

Kurdên Rojavayê Kurdistanê xasma jî hêza wan a bingehîn ku çek û erd û îdare di destê wê de ye, ketiye navbera beraşê Tirkiye û Amerîkayê