Nêçîrvan Barzanî 49 saliya YNKyê pîroz kir

01-06-2024
RÛDAW
Nîşan YNK Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 49 saliya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokê YNKyê û Polîtburoya wê kir û hêviya xwe anî ziman ku ev salveger aliyên siyasî yên Kurdistanê nêzîkî hevdû bike.

“Em tekoşerên YNKyê bi bîr tînin”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi germî pîrozbahiyê li Bafei Talebanî, Polîtboruya Siyasî, Serkirdayetî, Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKyê û hemû endam, alîgirên YNKyê dikim, hêviya berdewamiya serkeftinê û pêşketinê ji bo wan dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de amaje bi hevgirtina aliyên siyasî jî kir û wiha got:

“Di vê boneyê de, em damezrînerê YNKyê, serokê rehmetî Mam Celal û hemû têkoşerên ku di nava refên YNKyê de ji bo azadiya Kurdistanê xebat kiriye bi bîr tînin. 

Em dîroka xebat û têkoşîna YNKyê bilind dinirxînin.

Em hêvîdar in, ev salveger bibe teşwîqkirina têgihiştin, aştî hevgirtin û yekrêziya navbera aliyên siyasî ji bo parastina statûya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst