Peymana Îbrahîm û plana valakirina Xezeyê

13-02-2025
Arif Qurbanî
Nîşan Peymana Îbrahîm Xeze Plan Av Îsraîl
A+ A-

Ez dixwazim bala we bikişînim ser çend rêzên gotareke xwe ya berê ku min dema êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê ya 7ê Çiriya Pêşîn nivîsîbû, roja piştî wê di portala Rûdawê de li jêr navnîşana "Tûfana Eqsayê Tehranê dike armanca Îsraîlê" hatiye belavkirin.

Min di wê gotarê de nivîsîbû: Di şert û merc û serdemeke wekî niha ya pêşkeftina alavên agahî û teknolojiya leşkerî û sîxurî de, zehmet e meriv bawer bike ku Îsraîl li deriyê herî nêzîkî laşê xwe bi vî rengî ji xweçekdarkirin, perwerde û rahênanên Tevgera Hemasê bê hay bû!

Lê ji vê jî zehmettir ew e ku bê gotin Îsraîlê çavê xwe ji wê yekê quriçandiye ku Hemas wê pêşdestiyê di lêxistina kulmeke wisa de bike. Ji bo gel û desthilateke dezgehdar wekî dewleta Îsraîlê, pir zehmet e ku ti lîder û siyasetmedar karibe bazareke bi vî rengî bi gelê Îsraîlê bike, tenê eger seba armancekê be ku li ba Îsraîlê gelekî çarenûsî be û encamên wê di paşerojê de derkevin holê.

Tezek jî heye tê gotin ku her kar û kiryarek bi encamên xwe tê nirxandin. Eger dûr ji bandora gotara xapînok a hin tevgerên Îslamî yên nav eniya berxwedanê ku hîn jî di wê baweriyê de ne ku ew bi ser ketine û Siyonîzm li çok bûye, em bi dîtineke rastbîn li encama şerê 15 mehên piştî 7ê Çiriya Pêşîn binêrin.

Encamên wê li ser erdê li Xeze û Libnanê, birîna destê Îranê li herêmê, her wiha ketina desthilata pêncî salî ya Şîeyan li Sûriyeyê û hatina ser desthilatê ya bizaveke selefî, cîhadî û Sunnî li Şamê wekî ku heye binirxînin, encam ji bo Îsraîlê têra wê yekê tê de hatiye bidestxistin ku gumana te here ser wê yekê ku 7ê Çiriya Pêşîn bazarkirinek bi çend leşker û welatiyên Îsraîlî bû seba destkeft û armancên ku hîn beşeke kêm ji wan derketiye holê.

Yek ji encamên şerê Xezeyê, eşkerekirina wê planê ye ku çend rojên borî di dema serdana Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ya Koşka Spî de, ji devê Serokê Amerîka Donald Trump ve ket ber guhê cîhanê, (plana valakirina Xezeyê).

Her çend piştî vê daxuyaniya Serokê Amerîkayê, piraniya welatên Erebî û cîhana Îslamî û tewra welatên Rojavayî ku hevpeymanên Îsraîl û Amerîkayê ne, bi tundî dijayetiya xwe li hemberî projeya ku Trump wekî çareseriyekê ji bo aramiya Rojhilata Navîn sêwirand, nîşan dan lê gelo bi rastî cîhana Erebî û Rojava li dijî valakirina Xezeyê ne?

Ez dixwazim bîranîna we vegerînim berî çend salan. Di dawiya desthilata Trump di gera berê ya serokatiya Amerîkayê de, sala 2020î projeya Peymana Îbrahîm bi çavdêriya Amerîkayê wekî projeyekê ji bo asayîkirina pêwendiyan, rêkeftin û peymannameyeke giştgir di navbera Îsraîl û welatên Erebî de hat ragihandin.

Her çend di bîrname û belavokên fermî de ti xal û bend derbarê valakirina Xezeyê de nebû jî wê demê jî bi awayekî berfireh gotinek ket nav medyaya Erebî, Kurdî û cîhanî ku di çarçoveya wê rêkeftinê de şêniyên Xezeyê veguhêzin hinek welatên Ereban.

Tewra qala wê yekê jî dihat kirin ku dê beşekê ji wan bibin Efrînê û li Îraqê jî dê ji Rumadiyê bi dirêjahiya sînorê navbera Sûriye û Îraqê heta deşta Neynewayê bên belavkirin.

Bila em bipirsin, gelo wê demê, niha û ji bo paşerojê jî ti hincet heye ku hevdengiyek li ser vê yekê çêbibe ji bo valakirina Xezeyê? Yan çi sedem heye ji bo ku bixwazin daniştvanên Xezeyê veguhêzin? Gelo mijar tenê girêdayî ewlehî û aramiya Îsraîlê ye? Eger mesele tenê ewlehiya Îsraîlê ye, ma ne pêkan bû ku aştiyeke mayînde bihata sepandin? Yan jî karekî wan ê mezintir bi erdnîgariya Xezeyê heye?

Bi baweriya min, gumana kesî di wê yekê de nîne ku hemû pirsgirêk û şer û nakokiyên navbera welatan, li ser berjewendiyên aborî ne. Di serdema vêga de jî berjewendiyên mezin ên aborî, çavkaniyên enerjî û rê û korîdorên bazirganî ne. Nakokî û hevrikiya navbera hêzên mezin ên dinyayê jî ji bo destgihiştina bi çavkaniyên enerjiyê û destdanîna li ser rêyan e, bi taybetî kanal û rêyên avî.

Ji aliyekî ve hegemonyaya Îranê li ser Tengava Hurmizê, her wiha piştî Bihara Erebî û pirsgirêkên navxweyî yên Yemenê û kontrolkirina herêmên stratejîk ên wî welatî ji aliyê Hûsiyan ve, çêkirina metirsiyê li ser Tengava Bab el-Mendebê û Deryaya Sor. Welatên Kendava Erebî wekî hilberînerên sereke yên enerjiyê û welatên Rojavayî wekî bikarhênerên sereke, ketin ber alozî û bijardeya ku li rêyên alternatîv bigerin.

Ji aliyekî din ve jî piştî ku Çînê geşbûn û pêşketineke mezin bi xwe ve dît û tê ku hegemonyaya xwe li ser aboriya cîhanê bisepîne. Amerîka, Rojava û welatên Kendavê di wê yekê de kirin yek ku rêyên avî yên girêdana Kendavê bi Rojavayê ve, ku di heman demê de Rêya Geşbûnê (rêya Çînî bo Ewropayê ye), têxin bin kontrola xwe. Ji bo vê meremê jî divê xwe ji Tengava Hurmizê û Bab el-Mendebê dûr bixin.

Projeya valakirina Xezeyê têkildarî projeya guhertina rêya avî ya bazirganiya cîhanî ye. Proje ew e ku bi çêkirina kanaleke avî, Kendava Erebî, Deryaya Sor û Deryaya Spî ya Navîn bi hev ve girê bidin. Ku ji aliyekî ve rêya bazirganî ya navbera Asya, Ewropa û Afrîkayê kurt dike, ji aliyekî din ve jî ewlehiya rê dikeve derveyî metirsiyê.

Di qonaxa yekem de ji her du aliyên Tengava Hurmizê ve, Kendava Erebî bi Deryaya Sor ve girê bidin. Rêyek di navbera Qeter û Îmaratê de heta çolterên Erebistana Siûdiyê. Rêya duyem jî ji Umanê heta ser heman çolterê, bi çêkirina kanalekê bi navê (Kanala Selman) rêyeke avî ji bo girêdana Kendavê bi Deryaya Sor ve di nav axa Siûdiyê de çêbikin.

Bi vê yekê jî Tengava Hurmizê û Bab el-Mendebê li derveyî rêya avî ya bazirganiya cîhanî dihêlin. Tiştê ku di vê pêvajoyê de girêdayî Îsraîlê ye, çêkirina kanalekê ji Eqebeyê heta ser Deryaya Spî ya Navîn bi navê (Kanala Ben-Gurion) dê di nav erdnîgariya Xezeyê re derbas bibe.

Dibe ku ji bo xwîner ne hêsan be ku baweriyê bi wê yekê bike ku rêyeke dûr û dirêj a çend hezar kîlometreyî ya bejahî bibe kanala avî û bikaribe Kendava Erebî bi Deryaya Spî ya Navîn ve girê bide.

Lê eger meriv berê xwe bide wê serdem û dema ku hîn alav û amûrên pîşesazî li gorî niha gelekî seretayî bûn û Kanala (Sues)ê bi hêz û masûlkeyên bi sedan hezar karkeran wekî kanaleke destkird hatiye çêkirin, ji bo dewraneke nola îro ku şoreşa pîşesazî gihiştiye gupîtkê û amûrên birîn û kolînê gelek in û bi hêsanî tên bidestxistin, hingê tu digihî vê baweriyê ku ev kar dikare were kirin.

Xeze qurbaniya yekem a vê nexşeya nû ya navbera Ereban û Îsraîlê ye ku ji zarokdana Rêkeftina Îbrahîm derketiye holê. Loma heke bi şer û wêrankariyê yan bi aştiyê be, îro be yan sibe armanc ew e ku erdnîgariya Xezeyê bibe kanaleke avî û korîdora keştiyên qerase yên veguhestina petrol û kel û pelên bazirganî.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Arif Qurbanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Şaşfêmkirina Îranê

Bi gotina Kurdan 'ji ber ku rastî gunreşê xwe nehatibû' hem di ser xwe re çûbû û qure bûbû