Alman jî ditirsin

12-02-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Almanya Nijadperestî Tirs Jehr Nazî
A+ A-

Ji bo Almanyayê, hefteya borî ne hefteyeke hêmin û aram bû. Ji bo min jî hefteyeke hem bi dijwariyan hem bi hêviyan mişt û dagirtî bû. Nivîsa min a borî li ser grev û xwenîşandanên cotkar û ajokarên trênan li hember hikûmet, karsaz û bazirganan bû.

Hefteya borî cuda bû, çimkî gel û hikûmet bi hev re daketin qadan û wan dengê xwe bilind kir. Çima? Ji ber ku zengilê metirsiyeke ku bi salan e Almanan dibizdîne û vediciniqîne hat lêxistin.

Ez dabaşa metirsiya veger û xurtbûna nijadperestî û tundrewiyê ya li Almanyayê dikim. Gotinên Şêwirmenda Berê ya Almanyayê Angela Merkelê hîna jî di guhên min de dikin ziringînî.

Merkelê wer got: “Nijadperestî û kîndarî jehr in!”

Ez van gotinên Merkel Xanimê ji gelekan çêtir fêm dikim. Ji ber ku gava çend kesên Kurd û ne Kurd li bajarê Hanauyê yê Almanyayê bi destê nijadperestekî Alman hatin kuştin û min bûyer rûmal kir, min bi çavên serê xwe dît bê wê rik û kîndariyê jehreke çawa rijandiye.

Herwisa dema ku min raporeke taybet li ser grûpên rastgir û tundrew ji Tora Medyayî ya Rûdawê re amade kir û ji min re axivîn, min dît kîneke çiqasî jehrdar li hemberî mişext û koçberan di dil û mejiyên wan de heye.

Min dît bê ew jehr ji bo civakê çiqasî xerab û xofdar e. Ji ber ku civak jî wekî laşê mirovan e, dema jehr tê de hebe, ji holê radike.

Loma divê dermanê dijî jehrê bê dîtin û bikaranîn. Herwiha divê beşên jehrnebûyî pêşî li belavbûna wê bigirin. Tişta ku hefteya borî li Almanyayê hat kirin jî ev bi xwe bû.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di rêza pêşî ya xwepêşanderan de bû. Xwepêşandan li dijî wan kesan bû ku hat eşkerekirin ji bo danîna plana qewitandina hemû koçberan ji Almanyayê bi dizî civîn saz kiribûn. Tew li dijî wan kesan bû jî ku berê koçber bûn û niha bûne Alman û hejmara wan bi milyonan e.

Xwepêşandan û nerazîbûnan bandoreke wisa berbiçav li ser biryarder, siyasetmedar û navgînên medyayê jî kir ku tew partiyeke tundrew a naskirî ya wekî AFDyê jî li ser wan civînên nihênî hin endamên xwe ji rêzên xwe qewitandin.

Li derve, Almanya gelek caran nola welatekî nijadperest tê dîtin. Dibe ku gelek caran Kurdên me jî vê yekê bibêjin lê ev çiqasî rast e? Wekî welatiyeke Almanyayê ku bi salan e li vir dijîm, ez dikarim ji we re dabaşa serpêhatiya xwe bikim.

Xwepêşandanên girseyî yên dijî nijadperestiyê ku me hefteya borî li Almanyayê dîtin, ji min re ecêb nehatin. Ji ber ku bi dehan hevalên min ên Alman hene ku fena min dihizirin û li dij nijadperestiyê ne.

Ne tenê wiha lê mîna koçberan jî ji nijadperestiyê ditirsin. Ji ber ku wekî Merkelê gotibû, ew dizanin bê nijadperestî jehreke çiqasî xofdar e.

Dibe ku ji bo hin welatên cîhanê ku niha tundrew li wan xurt dibin, ji ber bêtecrûbetiya gelê wan tundrew li wan wiha bihêz bûne lê Almanan ezmûna tal a nijadperestiyê cêribandiye.

Loma jî pir jê ditirsin. Ji ber vê yekê, piştî rûxandina rejîma Naziyan, pergala xwe ya demokratîk bi rengekî wer organîze kir ji bo ku nehêlin nijadperest careke din li Almanyayê pir xurt bibin.

Di van demên dawî de jî ku tê dîtin rastgirên tundrew di rapirsiyan de bihêztir dibin, vê yekê ji bo siyasetmedaran li zengilê metirsiyê xistiye û dixwazin pergala xwe bi awayekî wisa nûjen bikin ku tundrew nikaribin tê de bi hêztir bibin.

Ev yek ji bo Herêma Kurdistanê jî hin dersên girîng li xwe digire. Dersa yekem ew e ku divê rê neyê dayîn ku jehra kîn û nefreta ji hevdû di nav laşê civaka Herêma Kurdistanê de belav bibe.

Divê pergala me ji bo her kesî be û nexweş neyê hiştin, her saxlem û tendurist bimîne. Wekî ku ezmûna Almanyayê nîşan da, kolan roleke yekalîker di vê mijarê de dilîze.

Divê kolan bi awayekî tendurist bifikire û nepejirîne ku siyasetvan jehrê belav bikin. Xebînet! Em aniha dibînin ku siyasetmedar zûzûka vê jehrê belav dikin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst