Şîrwan Şemêranî
Doza Kurd li Sûriyeyê bi giştî û ew herêma berfireh a bakurrojhilat ku niha ji aliyê HSDyê ve tê birêvebirin, xala herî sereke ya danûstandin û diyaloga di navbera Enqere û Şamê de ye. Sedem jî Tirkiye ye û ji aliyê wê ve tê tevdan.
26ê Kanûna Paşîn a 2025an Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan hat Bexdayê û Berpirsê Saziya Îstixbaratê Îbrahîm Kalin jî gihişt Şamê.
Serdana hevdem a van her du berpirsên payebilind ji bo yek armancê bû, ew jî avakirina eniyeke sêalî ya leşkerî ji her sê welatan di bin tabloya şerê li dijî terorê de bû.
Lê ji her du aliyan ve Tirkiye negihişt armanca xwe. Sedemên ku Îraq li gel Tirkiyeyê neçû ji bo lêdana PKKyê ji rojê ronîtir in lê derbarê desthilata nû ya Sûriyeyê hin zelalkirin pêwîst in.
Sûriye di rewşeke bi tevahî neasayî û nazik re derbas dibe. Piştî wêraniyeke nîv temam û bê çalakbûna dezgehên dewletê, pêwîstiya wê bi alîkariya her aliyekî heye.
Bi sedema erdnîgarî û helwesta Tirkiyeyê di şoreşa gelê Sûriyeyê de 14 salên borî, Tirkiye ji her welatekî din zêdetir li pêş e ji bo lîstina li ser xakê û xwesepandina di qada siyasî ya wî welatî de.
Loma jî valahiya ku niha di esmanê siyaset û dewletdariyê de li Sûriyeyê heye, Enqere gelekî ji bo tijîkirina wê lez û bezê dike.
Helbet tijîkirineke bi hişmendiya dewletê, ne bi dostaniya olî. Ango arasteya bûyeran bi aliyê berjewendiyên xwe ve bike. Bi wateyeke din şêwaza reftara Îranê li Îraqê veguhêze Sûriyeyê.
Hegemonyaya ku Îranê li Îraqê heye, ya wê (Tirkiye) li Sûriyeyê hebe. Seba vê yekê jî hemû faktorên alîkar dixe nav liv û tevgerê.
Dîtin û helwesta Ehmed Şer li ser vê yekê?
Tiştê ku tê dîtin û tiştê ku aqil dikarin nêzîk bikin û bînin ber çav da ku bên dîtin û xwendin ev e ku, siyaseta serokê Sûriyeya nû di reftara li hember Doza Kurd de û rêzbendiya karên wî yên li pêş de bi Tirkiyeyê re hev nagire.
Şer ji aliyê xwe ve dixwaze vê dosyeyê bi rengekî din çareser bike, ne bi rengê ku Tirkiye dixwaze. Bi dîtina xwe, ne bi dîtina serokê welatekî cîran, di berjewendiya paşeroja welatê xwe de bidawî bîne, ne berjewendiya welatekî din.
Her çi qasî di qonaxekê de berjewendî bibin yek jî lê di dawiyê de du welatên cuda ne û doza Kurd pirseke navxweyî ya Sûriyeyê ye û wisa dibîne. Lewra di çarçoveya nexşeya ku ji bo serokatiya Sûriyeyê di dema veguhêz de daniye wekî Tirkiyeyê tiştan nabîne, wekî Tirkiyeyê lezê jî nake.
Agahî dibêjin, Şer dixwaze mijarê bi diyalog, lihevkirin û têgihiştinê çareser bike û heta niha dudil e û di serdana xwe ya Enqereyê de jî radestî daxwazên hevpîşeyê xwe yê Tirk nebûye ji bo destpêkirina şer li dijî hêzên Kurdan (nasnavê şervanên Kurd Serokê Tirkiyeyê di konferansa çapemeniyê de bi kar anî).
Di dehên salên borî de Sûriye wekî qewareyeke Îranî dihat naskirin, loma nabê ku niha bibe qewareyeke Tirkî. Ango eger Sûriyeya Esed amûra bicihanîna ajendayên herêmî yên Îranê bûbe, Sûriyeyî naxwazin bibin amûra şênberkirina armancên herêmî yên Tirkiyeyê, Îran were derxistin û Tirkiye şûna wê bigire.
Kesayetiya Şer jî ne ji wî rengî ye û ew tişt pê nayên daqurtandin. Jiyana wî ya siyasî bi serîhildanê dest pê kiriye û asoya dîtina wî fireh e û dixwaze bibe kesayetiyeke navneteweyî ya qebûlkirî.
Bilindkirina alaya dijatiya terorê bi hinek lêfikirîn zelal dibe ku mebest jê Kurd bi giştî û HSD bi taybet ye. Armanca sereke ne DAIŞ e. DAIŞ hatiye pêvekirin ji bo firehkirin û avakirina eniyekê û nixumandina encamdana êrişa leşkerî û rewatîdana wê ye. Piştre Sûriyeyî ji wê yekê ne bê hay in ku têkilkirina doza Kurd bi şerê li dijî terorê ve xelet e.
Kurd xwediyên mafên xwe yên xwezayî ne û têkilkirina mafên wan bi dosyeya dijatiya terorê ve ne rast e. Dikare wekî pirsa daxwazkirina mafên xwezayî yên mirov were dîtin û çareserkirin, ne ku Sûriyeyeke ku bi dehên salan di bin desthilata zordar a Beasê de dinale, niha di nav kûrahiya şerekî navxweyî de were avêtin û agir di têkiliyên sedan salî yên di navbera gelên wê de were berdan û laşê girseyî yê Sûriyeyê were şewitandin.
Şer baş dizane ku ne rejîmên fermî yên cîhana Erebî û ne jî civaka navneteweyî azardana Kurdan qebûl dikin. Ji wê yekê agahdar e jî ku şanda danûstandinê di çend hefteyên borî de ku ji Qamişlo çû Şamê, bi helîkopterên leşkerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî geşta xwe kir û lingê xwe li xaka Şamê danî.
Şeva 6ê Sibata 2025an Serokê Fransayê bi rêya telefonê bi Şer re axivî. Di vê têkiliya telefonê de li gorî daxuyaniya Qesra Elîzeyê, Emmanuel Macron sê peyam gihandin Şer, ligel dijatiya DAIŞê û girîngiya rakirina sizayên aborî, peyama wî ya duyem pirsa Kurd bû û tekezî li ser tevlîbûna tevahî ya Kurdên dostên Rojavayê di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû de kir.
Ango dîtina navneteweyî rêxistina DAIŞê ji şervanên Kurd cuda dike, di rastiyê de Şer jî bi heman rengî tiştan dibîne. Loma rehenda navneteweyî û Erebî û beşek ji Sûriyeyiyan piştgiriyeke baş e ji bo ku Şer dest ji ajendaya xwe bernede û bihêz be di rûbirûbûna her zexteke herêmî de ku li ser wî tê kirin û nexşeya wî ya zelal a danayî lê têk neçe, serê wî neyê şewişandin an çelexwarîkirin.
Li hemberî vê yekê, Şer dixwaze ku desthilata Qamişloyê bernameya kar û xebata xwe ji nû ve darêje, ji wê yekê têbigihêje ku piştgiriya navneteweyî heta dawiyê berdewam nabe û bi pileya yekem girêdayî dîtina Amerîkayiyan e. Siyaset bêbext û bêewle ye, di her gav û kêliyekê de dikare biçerixe û bi hêleke din ve biçe.
Guman tê de nîne ku ew qas aqil, têgihîştin û ezmûna siyasî li Qamişloyê heye heta asta têgihîştina hestyariya rewşê, reftareke berpirsyar û hestyar ligel vê derfeta dîrokî ku derketiye holê dixwaze.
Dûrahiya di navbera derfetên dîrokî de mezin û dirêj e, eger derfetek ji destê te çû, bendewariyeke zêde divê heta derfeta duyem ji te re were. Ji bilî ji destdana baweriya navneteweyî.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse