Berhem Salih*
Li kolaneke Almanyayê, keçeke Êzidî wî çekdarê DAIŞê yê reviyayî ku destdirêjî lê kiriye, dibîne. Heta niha jî bi hezaran Êzidiyên bê mal û hal li kampên penaberan dûrî cîwarên xwe dijîn û çarenivîsa zêdetirî 2 hezar jin û keçên ku DAIŞê ew revandin û kirin qerwaş û kenîzek hîn jî nayê zanîn. Heta niha aramî û avakirin li Şingalê jî pêk nehatiye.
Mixabin piştî 10 salan di ser wê trajediyê re, hîn jî pir maye ji bo pêkanîna edaletê û bicihanîna mafê pêkhateyeke resen û aştîxwaz a vî welatî. Werin em hemî ji bo başkirina rewşê bibin alîkar û tedbîrên saxlem bi hev re wergirin û êdî daxwazên rewa yên gelê me bi hevrikiyên siyasî ve neyên girêdan û seba berjewendiyên siyasî xemsarî di bicihanîna wan de neyê kirin.
Di salvegera 10an a komkujiya Êzidiyan a li Şingalê, em bi diltengiyeke mezin wê bûyera biêş bi bîr tînin ku bi hezaran qurbanî jê peyda bûn û bû sedema tevkujiya mirovan, revandina keç û jinan, windakirina zarokan û wêrankirina gundan. Di wê rojê de ku terora reş a DAIŞê Şingal dagir kir û sûcên kesnedîtî lê pêk anîn ku li hemberî wan xwêhdana şermezariyê eniya mirovatiyê şil kir.
Armanca terorîstan komkujî û qelandina Êzidiyan bû lê berxwedana gelê me, qurbanîdana Pêşmergeyan û hêzên me yên ewlehiyê û piştevaniya civaka navdewletî plana terorîstan pûç kir. Tundrewan bi bafika ravekirina tekfîrê û îflasa li ser navê olê ku koka wê di nav exlaqên nijadperest û cudakariya zayendî de ye, ev sûc pêk anîn. Çavkaniya van hincetan ji ketwara paşverûtî, têkçûn û bêhêvîtiya wan civakan tê ku îzolekirî ne û li ser asta cudahiyan hesta xweferzkirina li ser yên ku ji wan qelstir in, serdest e.
Divê em ji bîr nekin ku ev tawana ku qewimî di berjewendiya hin hêz û welatan de bû ku bi teror, tekfîr û tundrewiyê re hevgirtî bûn. Herwisa encama xemsariya saziyên ewlekarî û rêveberiyê bû li navçeyên ku di parastina gundên Êzidiyan de bi ser neketin. Ev têkçûn bi rengekî bû ku tewra di dema êrişa DAIŞê de, mirovên asayî, hejmareke mezin a jin, keç û zarokan jî di nav de, bi hovîtiya DAIŞê re rûbirû hatin hêlan.
Bila ev salveger bibe firsendek ji bo rûbirûbûna astengiyên ku hîn jî li pêşiya asayîkirina jiyana Êzdiyan e, bila bibe derfet ji bo dayîna hêviya siberojeke geştir ji bo wan. Ji ber ku ew hêjayî aştî û aramiyeke mayînde û dayîna derfetê ne ji bo jinûveavakirina jiyana xwe, teşeya civaka xwe û dirustkirina siberoja xwe.
Her sal 3yê Tebaxê Êzidiyan bi bîr bînin!
Mezinahiya trajediya ku li ber çavê hemû cîhanê qewimî, bandorên wê yên xerab wer kir ku dema ez di posta serokkomarê Îraqê de bûm, li gel çend çalakvan û rêxistinên mirovî em hewl bidin ku hin ji van birînan bikewînin xasma ku vê tawana kirêt revandina keçên Êzidî jî li xwe girtibû û bi awayekî pir hovane reftar bi wan re hatibû kirin.
Di wê demê de, me karîbû yasaya keçên Êzidî yên rizgarkirî bi cih bikin û keçên qurbanî yên Şebek, Tirkmen û Mesîhî jî li xwe bigire ku ji qerebûkirin (tezmînat), dubareamadekirin û dermankirina derûnî vegeriyan nav civak û niştecihkirinê, derfeta fêrkirin û damezrandin û nasîna komkujiyê, dadgehkirina sûcdaran, salixdan û gera li mexdûrên ku hîn jî di lîsteya windayan de ne, her wisa diyarkirina rojeke niştimanî ji bo bîranîna wan di 3yê Tebaxa her salekê de.
Tevî ku em dizanin ku ti qerebûkirinek û hevsozî û nasîna wê mijarê, stemkariya ku Êzidî hest pê dikin tawîz nakin lê em hêvî dikin ku ev yek bibe destpêkek ji bo pêvajoyeke berdewam û pêşkêşkirina qerebûyan ji aliyê dewleta Îraqê ve çimkî ev li hemberî gelê me berpirsiyariyeke exlaqî ye. Her wiha em hêvîdar in ku hewldanên navdewletî ji bo vê mijarê rijd bin û hewla berhevkirin û sergihayîkirina wan bê dayîn û çi kesê di pêkanîna sûcan de alîkariya DAIŞê kiribe berdêla sûcên xwe bide û mexdûran qerebû bike, berî her kesî jî qerebûkirina Êzidiyên ku di wê demê de derdeseriyeke bêmînak dîtin.
Îro, piştî derbasbûna 10 salan di ser wê trajediyê re, em tekeziyê li ser pêwîstiya derbaskirina pirsgirêkên siyasî, îdarî û ewlekarî dikin ku hîn jî li pêşiya miameleya adil a bi mexdûran re asteng in. Her wisa divê lez li rêkxistina îdareya Şingalê bê kirin û ji hêla olî û çandî ve misogerkirina destûrî, yasayî û ewlekarî ji bo Êzdiyan were kirin ji her marjînalbûnê dûr, her wisa dabînkirin û xurtkirina aramî û ewlehiyê li navçeya wan û misogerkirina xizmetguzariyên bingehîn seba vegerandina koçberan li mal û cîwarên wan ku vê dawiyê hin ji wan bi serbestî vegeriyan cihên xwe.
Her wisa piştevanîkirina hewldanên navdewletî ji bo lêkolînkirina tawanên DAIŞê li Îraqê û belgekirina wan û xebata li ser vekirina gorên komî ku bi sedan qurbanî di wan de hene. Di vê navberê de, em piştgiriyê didin rêkarên tîma lêkolînê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya ji bo dadgehkirina sûcên DAIŞê (UNITAD) û em hewldanên wan bilind dinirxînin. Di vî warî de, divê em destxweşiyê li wê biryara girîng bikin ku rê dide Êzidî bibin xwediyên malê xwe ku bi salan ji ber polîtîkayên marjînalkirinê ji aliyê desthilata serkutker ve jê hatibûn bêparkirin.
Êzidî pêkhateyeke resen in
Divê berjewendiya qurbaniyan û xizm û malbatên wan di ser her îtîbareke siyasî re bê girtin. Werin em hemû bi hev re bi awayekî hevgirtî ji bo Êzidiyan kar bikin, wan biparêzin û li qurbaniyên hovîtiya DAIŞê xwedî derkevin. Li vir, pêdiviya me bi pêngav û karekî rijd heye. Ji ber ku sistiya di bersivdana daxwazên gelê me yê li Şingalê de êdî bi rastî jî rûreşî ye.
Êzidî pêkhateyeke resen in û çanda bedew û rengîn a vî welatî nîşan didin. Loma bi 10 saliya trajediya wan re, em wan karestan jî bi bîr tînin ku hatin serê tevahiya pêkhateyên din ên gelê me. Ji qurbaniyên gorên komî, Enfal û kîmyabarana Helebceyê bigire heta qurbaniyên terorê.
Têkildarî misogerkirina dadmendiyê ji bo mexdûran û vegerandina wan ji bo ser axa wan û pêrewa tedbîrên ewlehî û parastina welatiyên me, hewce nake ti nêrîneke cuda di navbera me de hebe û divê rê bi DAIŞê û mînakên wê neyê dayîn ku careke din har û hêç bibin, xelkê bitirsînin û bêtar û bobelatên hovane mîna yên berê bînin serê zarokên me, ji ber ku tişta qewimî gupîtka tirsandin, perçiqandin, qirkirin, jinavbirin û kuştina komî bû.
Dema ku em vê bûyera biêş bi bîr tînin, divê em mikur werin ku bermahiya hizra DAIŞê vêga jî metirsiyeke mezin e û divê em wê paşguh nexin. Em teqez dikin ku divê di nav olên pîroz û saziyên wan de, em li dijî tundrewî û ramanên tekfîrî şer bikin û têgeha destûra medenî biparêzin ku di rastiyê de parastina nasnameya niştimanî û rengîniya civakê ye, nasname û destûra ku bikaranîna olê û sepandina wê ji bo armancên siyasî red dike.
Eşkere ye ku ol ji wê yekê pir bilindtir û pîroztir e ku ji hêla siyasetmedarên berjewendîxwaz ve wekî amûrekê ji bo rewakirin û pêşvebirina berjewendiyên siyasî were bikaranîn. Di koka xwe de, destûra Îraqê ji bo dewleteke demokratîk a medenî ye ku rêzê li pirrengiya civaka Îraqê û tevahiya sîstema nirxên Îslamê û olên din li Îraqê digire.
Bobelateke nû bi rê de ye!
Vêga jî tevî tekezkirinên berdewam ji bo bidawîkirina metirsiya teror û tekfîrê jî tiştê ku li Sûriyeyê diqewime û hebûna rêxistinên tundrew ên çekdar û xofdar ku hejmara çekdarên wan li navçeyên bakurê Sûriyeyê û deverên din bi qasî bêtirî 20 hezar kesî tê texmînkirin û ji bilî Kampa Holê ku bi deh hezaran kesan li xwe digire, kelemekî ewlehiyê yê erjeng e û divê neyê paşguhxistin.
DAIŞ û yên mîna wê bi dawî nebûne. Divê em xwe ji bo rewşeke zehmet û dijwar amade bikin. Bi taybetî di nav dîmeneke herêmî ya aloz, tevlihev û tije hevrikî de. Di vî warî de pêwîstiya deverê bi karekî rijd heye.
Tawanên terorîstî ku DAIŞê li Îran û Rûsyayê pêk anîn û ya ku li navçeyên cuda yên Îraqê di demên borî de ku rûbirûbûnên çekdarî bi bermahiyên wê rêxistinê re qewimîn, zengilê metirsiyê ye û pêwîstî bi hemahengî û berhevkirina aliyên herêmî û navdewletî heye ji bo pêşîgirtina li karesateke ewlehiyê ya nû ku bi rê de ye û guman ji qewimîna wê tune.
Li Îraqê pêdiviya me pê heye ku em îbretan wergirin. Di hewldan û bidestxistinan de, serkeftin rewatiyeke niştimanî û mirovî ye.
Ji bo ku ev bobelat dubare nebin ku dema 50 salî ye Îraq û herêm dane ber xwe ji ber hilweşîna pergala hevpar a herêmî û bûye sedem ku Rojhilata Navîn wekî navçeyeke tijî pirsgirêk bê rêzbendkirin û rengvedana wê li ser ewlehiya navdewletî hebe, divê em pergaleke hevpar a karê herêmî yê siyasî, ewlehî û hevkariya aborî ji bo rûbirûbûna kêşeyên serdemê bibînin ku gelên herêmê jî vê yekê dixwazin ku ev çerxa bêhûde kuta bibe û bigihin asta gelên cîhanê.
* Serokkomarê berê yê Îraqê
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse