Penaberî ji behiştê heta bi behiştê

06-03-2024
Newaf Mîro
Nîşan Kurd Penaberî Behişt
A+ A-

Mirov gava ji zikê dayîka xwe derdikeve û tê jiyanê bi girî û hawar tê. Ew bi xwe awayekî din ê derketina ji behiştê û veqete ye.

Yan jî gava mirov li ber sîngê dayika xwe ye, ew aştî, hêminî û dilşadî nîşanek ya behişt û afirandina warê duyemîn e. Bi demê re mirov ciwan e, hevalan li derdorê xwe çêdike û bi wê xeleka li dora xwe ava kiriye behişt û dinyayekê çêdike.

Piştre welat, gund û taxakê ji xwe re dike mesken û war. Bi wê naşîtiyê behişteke bi gul, lawir û mirov disêwirîne. Bi demê re zaroktiya xwe jî li pişt xwe dihêle û ji xwe re li jiyanê li cîhekî bi aramî digere.

Ti koçberiyeke bê sedem û arîşe nîne. Sedemên cûr be cûr hiştine mirov wê behişta bi destê xwe ava kiriye berdin û ber bi behiştên din de baz bidin.

Di riwayetan de tê gotin ku Adem û Hewa ji behiştê hatine avêtin. Ez bi vê yekê bawer im ku mirov gava ji çerxa xwe yan ya Felekê derketine bûne yekî din.

Îcar kî kê ji welatê kê diavêje û ber bi kû de, ew jî cuda ye lê li gorî hin ola genim, hin jî sêv bûye sedem ku mirov bibe mirov yan ji welatê xwe hatine der. Yan ji behiştê.

Yê me ez dizanim ne Melek û Felek lê mirov her bûne sedem ku medenî û xelkê xwecih ji mal, gund û bajarên xwe baz bidin. Her tim şer, xela û felaket bûne sedem mirov ber bi wargehên din ve baz bidin.

Di salên 1960î de ji Tirkiyê û bakur karkirên mêvan hatin Almanyayê û piraniya van mirovan bi zimanê v’i welatî û jiyana wan nizanîbûn.

Paşê li dû wan yên bi navê tûrîst-gerok hatin û li vî welatî bi cih bûn. Di salên 1980î û heta 2000î weke penaber hatin Almanyayê. Di van salan de gelek Tirk jî weke penaber hatin lê axlebê wan xelkên me bûn, helbet hatina wan gelek sedemên cûr be cûr hebûn lê ya sereke şer û alozî bû. Hejmara wan tam nizanim.

Di heman salan de li bakur derdorê 5000 gundî vala kirin û şêniyên van gundan ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve koçber bûn. Ji bilî yên li keviyên bajaran taxên Şirnexê çêkirin. Zarokên wan bi gumaneke mezin îro xwe Tirk dibînin û nema bi Kurdî dizanin. Bi îhtîmaleke mezin îro ew zarok û dê û bav mirovên ji hev re xerîb in. Helbet ne bi giştî. Yên karîbûn ji bê derfetiyê derfetan biafirînin jî hene.

Jixwe berê jî mirovan ji hejariyê û bêkariyê baz dida bajerên Tirkan. Ji bilî karkirên pembû û bindeqan Dîroka xelkê li Anatoliyayê navîn yên Konya, Kirşehîrê û derdorên wê hê xwe digihîne dema Osmanîyan.

Helbet yên beriya wan jî hene. Divê em zanibin ola fermî, ziman û nasnameya fermî, çanda serdest û hişmendiya serdest her ji yê din dixwe û yên hindik weke xwe dike. Ji hezarên salan ve serdestan gelek ziman û milet helandine û weke xwe kirine. Bi rêjeya herî kêm ji sedî 10ê şêniyan neçarî pişaftinê ne.

Ji bilî wê xelkê ne Misilman û yên Misilman jî bi navê “mubadele”yê Yewnanî û Tirk bi hev guhertin. Bi milyonan Ermenî û miletên din li ser rêyan hatin qirkirin. Behişta wan li wan bû xewn û jiyan bû dojeh. Jixwe kesek qala qirkirin û bi darê zorê Misilmankirina Êzîdiyan nake.

Di salên dawî de bi dehan kamp û wargehên penaberan çêbûne. Yên li welatên Ewropa bi cîh bûn. Xelk dibêjin qey hatin û jiyana Ewropayê wisa hêsan e, gul û gulistan e. Hîç terkdanek ne hêsan e. Hatina welatekî din weke meriv nû ji diya xwe re bibe û li xwe bigere û xwejinûveavakirineke biêş û jan e. Ewropa weke deryayê ye, her kes ji me avjeniyê nizane. Yên xwe û malbata xwe wenda dikin ne hindik in.

Tirkiye bi xwe weke kampeke penaberan e. Bi milyonan mirov tim ji ciyekî hatine ciyekî din. Bi milyonan penaberên ji her welatî hene lê ergala Tirkiyeyê ya guhertina nîjad, ol û çandî ye. Ew di vê xalê de serkeftî ne. Ji her miletî yên kirine Tirk û Misilman hene. Weke aşekî ye, tûm dikevê û dibe arvanê Tirk. Mohra dewletê lê dixin, û dibe “Made in Turkey.”

Di salên 1990î de beşek Kurdên ji bakur çûn başûr li kampa Mexmûrê bi cîh bûn. Ew êdî dikarin li wir bimînin yan vegerin Bakur bi xwe ciyê pirsê ye.

Bi hatina bihara Erebî yan tofana Erebî re, bi milyonan xelk penabar bûn. Hejmara Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên hatine Ewropa, yên çûne welatên din û yên di kampên başûrê Kurdistanê ne tam diyar e.

Êdî hema bêje li Rojavayê Kurdistanê hejmara şêniyên Kurd ketiye bin a Ereban. Tevî ku di dîrokê de şens û derfeteke wisa neketiye destê Kurdan. Çima Kurd ji desthilata Kurda direvin? Ma ne ev mirov bûn, yên bi sedsalan doza Kurd û Kurdistanê dikir?

Ew jî ne bes e, xelkê ji Efrînê baz daye, yên li Şahba û deverên din yê Helebê di bin çîtik û konan de ne, di çilê havînê û yê zivistanê de. Ew jî ne bes e, her roj bombe û nexweşiyên cûr be cûr û bê av û derman in. Ji bilî nakokî û propagandayên leşkerî, siyasî û hesreta axê û welêt.

Yên li Hesekê û derdorên wê bi cîh bûne. Yên di welatê xwe de koçber in. Yên nikarin herin ser mal û milkên xwe. Yên ji qehra her roj dimirin. Yên Serêkaniyê û Girê Spî û nizanim kû derê.

Ew jî ne bes e, her roj dewleta Tirk bombeyan dibarîne. Jêrzemîn û jêrzemîna bajaran xira kiriye. Ne av e, ne elektrîk e, ne derman e. Ne jî karin bê tirs razên ji xwe re.

Jiyana sivîl û xelkê sivîl têkçûye. Xelk ne di tirsa giyanê xwe, di ya jin û zarokên xwe de ye. Heta niha çareseriyeke sivîl nîne, ji bilî yên leşkerî. Gava sivîl nemîne, siberoja leşkerî jî nîne.

Qirkirina Şingalê, terkkirina Şingalê, bêÊzîdîkirina Şingalê, bi çolê xistina Şingaliyan jixwe nayên hesabkirin.

Êdî ji hed û hesaban bihuriye. Çend kampên Êzîdiyan li Herema Kurdistanê hene û çend kes li wan dijîn nizanim. Helbet yên vegeriyane jî hîn weke penaberan in. Malbat parçe parçe bûn e. Mixabin di vir de ji bilî hişmendiya partiya û leşkerî, rê û rêbazeke din ya sivîl û aqlî tune.

Helbet bi hezaran Kurdên Misliman jî yên ji başur jî îro li Ewropayê penaber in. Ma ev yek ji kêfa ye? Partiyên siyasî bi babetên mafya tevdigerin. Ma heta kengî dê wisa be? Çima Kurd dibin mînaka dijminê xwe, yê ku zilm û zordarî li wan kiriye? Ew jî heman êşê bi yê xwe didin kişandin.

Seranserê Ewrupayê kampên penaberan hene. Penaberî parçeyek ji jiyanê ye.

Lê heta kengî mirov dê ji warê xwe birevin?

Em ne divê tim ji bo bazdan û dûrxistina ji behiştê û li Îblîsan bigerin. Ne Xweda û Melek in, yê xirabiyê dikin. Mirov bi xwe ne. Ne tenê miletekî din e. Xirabên ji heman miletî û welatî ji yê din ne qenctir in. Xirab û xirabî her yek e. Xirabiya bi navê miletî û olê ji ya din ne çêtir e.

Çi dike ku îro Kurd ji Kurdan birevin? Kurd ji welatê xwe birevin? Ma nabe li şûna em xirabiyê di nav milet, dewlet û neyarên xwe de, di nav xwe û li ber deriyê xwe bigerin?

Berê gotine star navê Xwedê ye lê star aqil e, yê aqilê star û avakirinê nebe, dê çav li rê û destê xelkê din be.

Yê destê xwe gemarî neke, dê nikaribe behiştê bi destê xwe çêke. Li şûna destê gemarî wê giyan gemarî û gendel bimîne. Yan jî ew dest wê vala û li bende alikariyê bin. Mirov bi alikariyê re mirovî û nirxên xwe wenda dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst