Roja Rojava hiltê

Duh li 02:40
Necat Zanyar
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Partiyên Kurdan Yekîtî
A+ A-

Ti şeva teng û tarî, ne bê dawî ye. Niha li Rojavayê Kurdistanê roj li ber hilatinê ye.

Çavê miletê Kurd li partî û tevgerên Kurdî ye. Îro ew roj e, partîyên ku Kurdan ew afirandin mîsyona xwe pêk bînin. Miletê Kurd bikin xwedî statû û desthilat. Ger pêwîst be, bibin qurbanê miletê xwe û ji holê rabin.

Çawa bi navê sîyasetê, hemî tiştên di dilê xwe de nabêjin, hemî armancên xwe eşkere nakin, gotinên li gor dijminan dikin, navê xwe diguherin, Ereb û gelek pêkhateyên din dikin şirîkê desthilatê, divê zêdetir karibin dijminîya navxweyî deynin alîyekî, ji hev re kêm deynin, gumana terorîzmê ji ser xwe rakin, hemî Kurdan bikin şirîkê hêz û desthilatê.

Li Rojavayê Kurdistanê pêwîstîya mezin tifaqa Kurd û Kurdan e. Ya bi Ereban re qenc-xirab hat ceribandin lê êdî tu eşîra Ereban, Şamê bi Kurdan nade.

Tifaqa Kurdan ferz e. Nabe Kurd li hemberî Şamê û dijminên derdorê dubendîyê bikin.

Divê Rêvebiriya Xweser li şûna Ereban Kurdên din tevlî rêvebiriyê bike, destê Kurdan xurt, hincetên dijminan lawaz bike.

Dostên Kurdan yên Emerîkî û Frensî, bi salan e vê dixwazin. Bi destê PYD û ENKSyê digirin, dibêjin tifaqa xwe çêkin.

Nabêjin yek ji we terorîzm e ya din hevalbendê tirkan e! Lê hûn van tohmetan li hev dikin. HTŞ û mixalefeta Sûriyeyê ne teror û hevalbendê Tirkan e û hûn dixwazin bi wan re tifaqê bikin, destê hevkarîyê dirêjî wan dikin lê bi van tohmetan dijberiya birayê xwe dikin. Ev ne karê aqil e!

Erê partîyên Kurdan her yek bi awayekî din nexweş in. Lê malê me ev e. Divê ev partî êdî xwe tev bidin û tifaqekê çêkin. Ev, bi her awayî ji tifaqa eşîrên Ereb û bîyanîyan çêtir e.

Dîrok barekî pir giran li ser milê partiyan dike. Bêtifaqî, dubendî, partîzanî û berjewendperestiyê qebûl nake.

Çavê Kurdan li we ye. Her tişt li holê ye.

PYD û Rêvebiriya Xweser behsa xweseriya demokratîk dike. Her çi qasî di termînolojîya sîyaset û revebirîyê de ev ne têgehek zelal be jî dîyar e otonomî û statûyek tê xwestin.

Kurd nikarin ji otonomîyê bi paş de herin. Destkeftina heyî bi xwîna hezaran cangorîyan pêk hatîye. Tirk û Ereban diyarîyî Kurdan nekiriye.

ENKS bi tevlîbûna xwe ya mixalefeta Sûriyeyê û daxwaza federasyonê, dikare destê Kurdan xurt bike û hinceta Tirkiyeyê ya terorê, qet nebe di çavê cîhanê de pûç bike.

Diyar e her du aliyên Kurd jî herêmeke otonom dixwazin. Nexwe çima pişta hev negirin û mafê miletê Kurd bi yekdengî neparêzin!

Kurd ji tohmet û hincetan heta qirikê têr in. Ji Kurdan re ziman û tevgereke nû divê. Di vê qonaxê de yên vê pêk bînin, biçûk mezin, partiyên heyî ne.

Pêşiyê li roja ku ji Rojava hiltê negirin, siberoja miletê Kurd bi xwe-perestinê tarî nekin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst