‘Xizmekî Fethullah Gulen bi operasyona MITê hat girtin’

31-05-2021
RÛDAW
Nîşan Fethullah Gulen Selaheddîn Gulen FETO Tirkiye Cemaeta Gulen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyonên Tirkiyê li dijî cemaeta Gulen berdewam in li gor zanyariyan kesê bi navê Selahaddîn Gulen ku tê gotin mirovê Fethullah Gulen e û peywendiya wî li berpirsên wê cemaetê hebûye, bi operasyoneke MITê hat girtin û bo Tirkiyê hat veguhastin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê, li ser zanyariyên ji çavkaniyên ewlekariyê ragihand, Selahaddîn Gulen di encama operasyoneke Îstixbareta Tirkiyê (MIT) de li derveyî welat hat girtin û bo Tirkiyê hat veguhastin.

Di nûçeyê de nehatiye diyarkirin ka Selahaddîn Gulen li kîjan welatî hatiye girtin, lê hatiye aşkerekirin, ew kes ji kesûkarên Rêberê Cemaeta Gulen Fethullah Gulen bûye û peywendiyeke wî ya bihêz li gel berpirsên bilind ên wê cemaetê hebûye.

Herwiha hatiye gotin ku Selahaddîn Gulen li ser fermana Fethullah Gulen ji Tirkiyê derketiye.

Berî niha bi tometa “endamtiya rêxistina çekdarî” derbarê Selahaddîn Gulen de biryara girtinê hatibû dayîn.

Fethullah Gulen ku rêberê wê cemaetê ye, li Amerîkayê niştecih e û Tirkiye Cemaeta Gulen ku wek `Rêxistina FETO` binav dike, bi hewla kudetaya 15ê Tîrmeha 2016an tometbar dike û daxwaz dike Fethullah Gulen jî radestî wan bê kirin.

Piştî hewla kudetaya leşkerî ya 2016an ku bi serneket, pêleke desteserkirinê ya berfireh li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpê kir û di encamê de heta niha bi hezaran kes bi tometa `endamtiya  rêxistina FETO` hatine zindanîkirin û herwiha bi sedhezaran leşker, polîs, fermanber, mamoste, akademîsyen û xelkê medenî jî her bi wê tometê ji kar hatine dûrxistin û lêpirsîn derbarên wan de hatine destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst