Serokê YSKyê: Dengdan bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin YSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ragihand ku demjimêr 17:00an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener civîneke çapemeniyê encam da.

Yener ragihand ku demjimêr 16:00an li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdan bi dawî bûbû û li wan parêzgehên mayî jî demjimêr 17:00an dengdan qediya û hejmartina dengan dest pê kir.

Yener li ser rakirina qedexeya belavkirina encamên hilbijartinan jî da zanîn ku ew dê kom bibin û biryarekê bidin.

Yener herwiha xwest ku heta qedexeyên ragihandina encamên hilbijartinan ranebe kes encaman ranegihîne.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) destnîşan kir ku ewd ê encaman bi hemû welatiyan re parve bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk çû ser sindoqan.

Di hilbijartinên xwecihî ya 31ê Adara 2024an de ji 61 milyonan zêdetir hilbijêr di 208 hezar sindoqan de ji bo namzedên 34 partiyên siyasî deng da.

Li parêzgehên Agirî, Amed, Bedlîs, Çewlîg, Erzingan, Erzirom, Êlih, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Semsûr, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Wan, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê hilbijartinan saet 07:00an dest pê kir û heta saet 16.00an berdewam kir.

Herwiha li parêzgehên Artvîn, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburtê yên Tirkiyeyê jî dengdan di navbera demjimêr 07:00 û 16:00an de hat kirin.

Hilbijêrên parêzgehên mayî jî saet 08:00an şûn ve çûn ser sindoqan û saet 17:00an dengdana wan jî qediya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst