Nehemîn rûniştina dadgeha Doza Kobanî îro birêve diçe

31-01-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî Tirkiye Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dadgeha Cezayê Giran ya Sincanê ya li Enqera paytexa Tirkiyê, îro, 9mîn rûniştina Dosya Bûyerên Kobaniyê birêve diçe.

Rûniştina Dadgehê demjimêr 10.00 destpê dike. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û hejmarek ji rêveber û parlamenterên HDPê ji bo beşdarîkirin û çavdêrîkirina proseya dadgehkirinê li Sincanê amade dibin.

Di doza bûyerên Kobaniyê de, Hevserokên Berê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 108 endam û berpirsên HDPê têne dadgehkirin, ku 21 ji wan niha di zindanê de ne.

Yekem rûniştina dadgehê piştî 6 salan

Piştî êrîşa DAIŞê li ser Kobaniyê, HDP û hejmarek partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê daxwaz ji Tirkiyê kirin, rê bi şandina çek û alîkariyên serbazî bo şervanan bê dayîn, lê Enqerê ev yek red kir.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hatibû kirin.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014 de rû dan, weke hinceteke sereke bo girtina HDPê jî tê nîşandan û di doznameya girtina HDPê de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst