Li Manîsayê 5 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Manîsa PKK Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Manîsayê yê Tirkiyeyê 10 kes bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatibûn desteserkirin, 6 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li bajarê Manîsayê 26ê Kanûna Pêşînê, bi fermana Serdozgeriya Komarê bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” 10 kes hatibûn desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, îro karûbarên yasayî yên derbarê her 10 kesan de li Dadgeha Manîsayê temam bûn.

Dadgehê 4 ji wan bi mercê kontrola edlî berdan û derbarê 6 kesan de jî biryara girtinê da.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst