Dukandarên Enqerê êdî nikarin bi deyn tiştan bifroşin

30-12-2022
RÛDAW
Dukandarên Enqerê êdî nikarin bi deyn tiştan bifroşin
Dukandarên Enqerê êdî nikarin bi deyn tiştan bifroşin
Nîşan Krîza Aborî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ji %84 bilind bûye. Sînorê birçîbûnê bo malbateke çar kesî gihiştiye 8 hezar û 130 lîreyan û sînorê hejariyê jî 26 hezar û 481 lîre ye.

Hinek welatî bo kirîna xorak û pêdawîstiyên rojane xwe dispêrin deynan.

Welatiyekî ji bajarê Enqerê ji bo wergirtina agahdariyeke yasayî diçe ofîsa mixtarê taxeke Enqerê.

Şêniyê Enqerê Nuh Bilal anî ziman, “Rewşa aborî xirab e. Bi ti awayî ne baş e, em ne bextewar in. Salek duduyan baş bû û em bextewar bûn. Lê vê dawiyê rewş ji kontrolê derket.”

Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ji %84 bilind bûye. Sînorê birçîbûnê bo malbateke çar kesan gihiştiye 8 hezar û 130 lîreyan û sînorê hejariyê jî 26 hezar û 481 lîre ye.

Hinek welatî bo kirîna xorak û pêdawîstiyên rojane xwe dispêrin deynan.

Dûkandaran firotina bi deyn rawestandine û ji tirsa venegerandina pereyan heta ji destê wan tê tiştên xwe bi deyn nafiroşin.

Dûkandar Mehmet Çolak got, “Gelek kes hene ku bi deyn dixwazin, lê em nikarin bidin her kesî. Hin mirovên hêja hebûn ku min bi deyn dida wan, li ber çavê me mala xwe li barhilgirê dikirin, lê min nikarîbû pereyê xwe ji wan bistenda. Heta ji vê taxê jî bar dikirin. Gelek kes hene ku bi deyn dixwazin.”

Ali Gulpinar yek ji mixtarê taxeke Enqerê ye. Ser maseya wî bi agahdarnameyan tijî bûye. Di dema du salên borî de agahdarname du qat zêde bûne. Niha rojane 40 agahdarname tên cem wî.

Mixtar Ali Gulpinar anî ziman, “Sedema serekî ya ku agahdarname ji ofîsên mixtaran nehatine wergirtin pirsgirêkên aborî ne. Kesekî yan mal û hevjîn û zarokên xwe berdane yan deynê xwe nedaye yan îflas kiriye yan şer kiriye yan sûc kiriye yan jî pabendî rêkaran nebûye. Sedema bingehîn a van hemûyan aborî ye.”

Tirkiye di dema 20 salên desthilata AK Partiyê de di tundtirîn pêvajoya aborî û siyasî re derbas dibe. Daketina nirxê lîre ew welat gihandiye astekê dolarek nêzîk 19 lîreyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst