Pêşniyarnameya ji bo lêkolînkirina enflasyonê ji aliyê AKPê û MHPê ve hat redkirin

30-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê pêşniyarnameya Partiya Gel a Komarî  (CHP) ya derbarê lêkolînkirina enflasyonê û bandora bihabûnan a li ser welatiyan, bi piraniya dengên parlamenterên AK Partî û MHPê hat redkirin.

Roja Sêşemê 29ê Mijdara 2022an CHPê, di Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de, derbarê enfilasyonê û bandora bihabûnan li ser welatiyan de pêşniyaranemeyek pêşkêşî parlamentoyê kir û daxwaz kir ku li ser vê mijarê lêkolînek ji aliyê parlamentoyê ve bê kirin. Lê ew pêşniyara CHPê bi piraniya dengên parlamenterên partiyên desthilatê AKP û MHPê hat red kirin.

Parlamentera CHPê ya Afyonê Burcu Koksal derbarê vê biryarê de rexne li hikumeta Tirkiyê girtin û got: “Haya desthilatê ji bazarê û bihabûna nirxan nîne. Ew nizane ka karker, cotkar û xanenişîn di çi rewşê de ne.”

Koksal bal kişand ser bihabûna zêde ya pêdiviyên sereke yên jiyanê û got: “Gaza xwezayî ji sedî 310 biha bûye. Welatî di rewşek wiha de ne ku êdî ditirsin dest bidin kombiyên xwe. Elektirîk ji sedî 280 biha bûye. Tenê roniyeke gel hebû û we ew jî vemirand.”

Ev di demekê de ye li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyon di Cotmeha îsal de bi rêjeya %3.54 zêde bûye û salane jî gihiştiye %85.51, lê Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihiştiye %185.34an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst