Li Stenbolê êdî li derve vexwarina alkolê qedexe ye: 'Dînamîtkirina aştiya civakî ye'

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Qedexeya Alkolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê bi biryara parêzgariyê vexwarina alkolê li cih û qadên vekirî hat qedexekirin.

Parêzgariya Stenbolê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li park, perav, plaj û seyrangehan firotin û vexwarina alkolê qedexe ye.

Parêzgariyê diyar kir ku qedexe bi hinceta ku “rewşên neyînî çênebin û xelk neyê bêzarkirin” hatiye wergirtin.

Li gor daxuyaniyê hêzên ewlehiyê dê li wan qadan çavdêriya rewşê bikin û her kesê ku qedexeyê bin pê bike dê derbarê wî de karûbarên yasayî bên destpêkirin.

Her kesê ku li wan cihên diyarkirî alkolê vexwe dê bi 617 lîreyan (23 dolar) bê cezakirin.

Eger kesê alkol vexwariye serxweş jî be, heta ku tê ser hişê xwe dê di çavdêriya hêzên ewlehiyê de be.

Biryar di nav beşeke aliyên sekuler ên Tirkiyeyê de bû sedema karvedanan.

“Dînamîtkirina aştiya civakî ye”

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) nerazîbûn nîşanî biryarê da û got:

“Em vê biryarê nas nakin. Ev êrîşeke eşkere ye li dijî azadî û zanistê û hewla dînamîtkirina aştiya civakî ye.”

TÎPê herwiha destnîşan kir ku ew dê li ser vê biryarê serî li dadgehê bidin.

Piştî karvedanan Parêzgariya Stenbolê daxuyaniyeke nû belav kir û ragihand ku ev biryar berê jî hebûye û biryara wan a nû tenê bi bîrxistin e.

Parêzgariyê herwiha di daxuyaniya xwe ya nû de got:

“Parêzgariyê tenê diyar kiriye ku li park, perav, plaj û seyrangehan nayê vexwarin.

Li gor yasayê eger li van qadan ji cihên bi ruxset alkol were kirîn, vexwarina wê ne qedexe ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst