Xelkê Stenbolê li ser 'qedexeya vexwarina alkolê ya li qadên giştî' çi dibêje?

01-09-2023
Rawîn Stêrk
Xelkê Stenbolê li ser 'qedexeya vexwarina alkolê ya li qadên giştî' çi dibêje?
Xelkê Stenbolê li ser 'qedexeya vexwarina alkolê ya li qadên giştî' çi dibêje?
Nîşan Stenbol Qedexeya Alkolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê biryara qedexekirina alkolê ku ji berê de jî hebû careke din nûjen kir û li gor biryara nû kesên ku li cihên hatine destnîşankirin alkolê vexwin dê ceza li wan bê birîn.

Ew biryar li Tirkiyeyê bûye yek ji rojevên germ û beşeke civakê vê biryarê weke midaxalekirina tercîh û şêweyê jiyanê dinirxîne.

Li aliyê din jî biryarê di cih de dibînin û dibêjin nabe ku li her derê alkol bê vexwarin.

Nakokiyeke kevn di navbera oldar û sekulerên Tirkiyeyê de bi biryareke Parêzgariya Stenbolê ji nû ve germ bû.

Parêzgariya Stenbolê biryareke ku berê jî hebû nûjen kir û li gelek cihan vexwarina alkolê qedexe kir.

Derdora deryayê, park û mêrgên bajêr, plaj û cihên geştê dê êdî ji bo vexwerina alkolê qedexe bin.

Opozîsyon û sekuler vê biryarê weke midaxaleye şiklê jiyanê dinirxînin.

“Midaxaleya jiyanê ye”

Welatiyê bi navê Îbrahîm Gergîn li ser biryarê got:

“Ez ne bawer im ku ew biryar bi rê ve biçe. Wê nikaribin tiştekî wiha li vir li ser xelkê ferz bikin.

Sedem çi ye ku biryareke wiha didin. Helbet ew midaxaleya jiyanê ye. Heta niha tiştek nebû, kes jî aciz nebibû.

Tu tiştekî xirab bûyerek li ser vê mijarê çênebûye. Ji bo çi biryareke wiha didin nizanim.”

Welatiyekî din ê bi navê Huseyîn Bakmaz jî anî ziman:

“Gelekî baş bû. Biryareke aqilane û di cih de ye. Zarokên me, malbat û xizmên me tên daku li van deran bêhna xwe vedin. Biryar baş e.”

Parêzgariyê di biryara xwe de eşkere kir ku ew biryar li ser daxwaza xelkê hatiye dayîn.

Li gorî parêzgariyê biryar ji bo “rêgiriya têkbirina aramiya civakê” hatiye dayîn.

Li Tirkiyeyê ji ber ku alkol gelekî biha ye û eger li cihekî rûnî û vexwî gelek pere diçe.

Xelk demek e alkolê ji marketan dikire û li daristan, park, kêleka deryayê yan jî li cihên din vedixwe.

Êdî yên ku vê bikin dê bi 617 lîreyên Tirkî bêne cezakirin.

“Biryareke di cih de ye”

Welatî Mehmet Pazarcioglu jî diyar kir ku ew biryar berê jî hebû û got:

“Çi tiştê ku aramiya civakê têk bibe em li dijî wê ne. Ji ber vê biryareke di cih de ye. Ji bo vê pêwistî bi biryareke parêzgariyê nîne.

Her kesê xwedî aqil be dizane çi ne li gorî aramiya civakê ye û çi li gorî wê ye.

Kesê ku xwe zanibe piştî vexwarina alkolê zirarê nade civakê, ya rast ev e.”

Welatiyê bi navê Yûsif Yazici jî got:

“Wellehî ew biryar ne di xema min de ye. Ne parêzgar ne jî yê herî jor ti kes nikare jiyana min biguhere.

Ez li her derê cîhanê jiyam û wiha jiyam. Kesek jî nikare midaxale bike.”

Beşeke civakê vê biryarê di cih de dibîne û piştgiriya parêzgariyê dike.

Xelk dibêje nabe ku li cihên zarok hebin û xelk lê bigere alkol bê vexwarin.

Beşeke din jî dibêje bi biryarên wiha tê xwestin ku alkol ji binî ve bê qedexekirin û rêya astengkirina corekî jiyanê bê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst