Piştî gotinên Sedat Peker li Serokkomariya Tirkiyê îstifayan despê kir

30-08-2022
RÛDAW
Nîşan Korkmaz Karaca Sedat Peker Gendelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Sedat Peker hinek belgeyên gendeliyê yên hin berpirsên ku di koşka Serokkomariya Tirkiyê de jî xwedî post in belav kirin, Endamê Lijneya polîtîkayên Aboriyê ya Serokkomariya Tirkiyê Korkmaz Karaca dest ji kar kişand.

Sedat Peker di van belgeyên ku belav kirîn de behsa karên gendeliyê yên Elî Fuat Taşkesenlioglu rêveberê Bank Asya ku ev 16 sale vî karî dike, şêwirmendê Serokkomar Serkan Taranoglu û endamê meclisa yekîtiya odeya borsayên Tirkiyê Salih Orakci kir.

Her wiha Sedat Peker di van parvekirinên xwe yên li ser torên civakî de gotibû: “Serkan Taranoglu yê diz bo pirsgirêka di navbera şêwirmenda Serokomar xanim Mîne û şêwirmendê serokkomar Korkmaz Karaca çareser bike dixwaze bi ware pêwendî bigre, pê re pêwendî negrin ji ber wê ji we pereyek zêde bixwaze.”

Piştî van parevekirinan Korkmaz Karaca li ser hesabê xwe yê tora civakî dest ji kar kêşana xwe ya bi daxwaznameyeke fermi pêşkêşî Serokomarê Tirkiyê Recep tayip Erdogan kirî belav kir.

Korkmaz got “Ji ber êdî ev êriş û gefên ku li dijî min çêbûyîn keç û jina min jî dixistin armanc û evê tendirustiya min xirap dikir. Ji ber vê sedemê ez dest ji karê xwe yê ku li Serokkomariyê ye dikişînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst