Polîsan rê nedan daxuyaniya Dayikên Şemiyê û zêdeyî 12 kesan desteser kirin

30-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê Dayikên Şemiyê bi helkefta 30ê Tebaxê “Roja Kesên Bi Zorê Hatine Wendakirin a Navdewletî” xwestin li ber Goristana Bêkesan a Altinşehirê daxuyaniyekê bidin, lê polîsan rê nedan wan û zêdeyî 12 kes ji wan desteser kirin.

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku polîsan rê nedaye daxuyaniya wan û 4 parazvanên mafên mirov jî di nav de bi giştî zêdeyî 12 kes hatine desteserkirin.

Di nav kesên hatine desteserkirin dayikên şemiyê Maside Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Hanife Yildiz û Gulseren Yoleri jî hene.

Li gor peyama Dayikên Şemiyê navê kesên hatine desteserkirin ev in: Maside Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Hanife Yildiz ,Gulseren Yoleri, Huseyin Ocak, Ali Ocak, Hasan Karakoç, Huseyin Aygul, Ferit Barut û 4 parazvanên mafên mirov.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst