Li Tirkiyê hejmara mirina bi guman ya jinan zêde bûye

30-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku li seranserê Tirkiyê di 5 mehên destpêka îsal de 101 jin bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Li gor amarên fermî di 5 mehên destpêka sala 2021ê de hejmara jinên ku mirina wan bi guman bûye 79 jin bûne lê di 5 mehên destpêka sala 2023an de ev hejmar zêde bûye derketiye 101 jinan.

Sekretera Giştî ya Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin Fidan Ataselim amaje bi wê yekê dike ku piştî paşvekşîna ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyê rêjeya mirinên bi guman yên jinan jî zêdetir bûye û dibêje: “Ligel jinên ku ji bilindahiyê dikevin û dimrin her mêrek jî heye. Dixwazin van mirinan wek xwekuştin an jî qeza nîşan bidin. Divê ev yek bê lêkolînkirin û bûyer bên zelalkirin.”

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di meha Gulanê de ragihandibû ku tenê di nav wê mehê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 22 jinan jî bi guman e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst