Zekeriya Yapicioglu: Ji bo ku CHP bi ser nekeve em piştgiriya AKPyê dikin

30-03-2024
RÛDAW
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bû mêhvanê Rûdawê
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bû mêhvanê Rûdawê
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA PAR Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand, “CHP partiyeke nijadperest e. Li beramberî CHPyê em di hilbijartinên şaredariyan de piştgiriyê didin namzedên AKPyê.”

Sibehê roja yekşemê dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan werin kirin.

Partiyên siyasî îro li meydanan bangeşeyên xwe yên dawî kirin.

Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu bû mêvanê Bultena Hilbijartinan a Rûdawê ku Senger Ebdurrehman pêşkêş dike.

Zekerîya Yapicioglu ragihand, li ser daxwaza Serokkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wan li bajarên wekî Stenbol û Enqereyê berbijêr destnîşan nekirine.

Herwiha Yapicioglu amaje bi wê yekê kir li 26 bajarên mezin û 30 bajaran û 717 navçeyan berbijêrên wan hene.

Yapicioglu behsa rêjeya dengên HUDA PARê ya li Stenbolê jî kir û wiha got:

“Ne şaş bim ji sedî 1 dengê me li Stebolê heye. Wê bandorê li hilbijartinên Stenbolê bike.

Li Stenbolê em dê piştgiriya berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum bikin. Li 36 navçeyên Stenbolê berbijêrên me hene.”

Derbarê sedema hevpeymaniya ligel AK Partiyê jî Zekeriya Yapicioglu got:

“Ji bo ku CHP bi ser nekeve em piştgiriya berbijêrê AKPyê dikin. Li gorî me CHP nijadperest e. Li bajarên wekî Bursa, Enqere, Îzmîrê di navbera AKP û CHPyê de rikeberiyeke tund heye.

Me biryar da li van bajaran piştgiriya AKPyê bikin. Çima? Ji ber ku CHP sedema înkar û îmhakirina Kurdan e.

Zîhniyate CHPyê bû sedema kuştina bi hezaran Kurdan. Ji bo ku CHP bi ser nekeve em piştgiriya AKPyê dikin.”

Di berdewamiyê de jî Zekeriya Yapicioglu da zanîn ku li bajarên Çewlîg û Êlihê gelekî dengdêrên wan hene û wisa got:

“Li bajarê Êlihê û Çewlîgê gelek dengdêrên me hene. Li navçeya Kolikê ya Semsûrê jî wisa. Em dixwazin li van bajaran şaredariyan bi dest bixin Înşalah.”

Derbarê rexneyên li ser HUDA PARê jî Yapicioglu wiha got:

“Li dijî partiya me kampanyayeke qirêj tê meşandin. Zîhniyeta PKKyê nikare hebûna me tehemûl bike.

Hûn dibînin, di axaftinên xwe de li ser me dibêjin, bila namzedan destnîşan nekin, bila nekevin wan bajaran jî. DEM Partî, CHP, ÎYÎ Partî û neteweperestên Tirk, heta Kemalîst hemû êrişî HUDA PARê dikin.

Ev berovajî bandoreke erênî li me dike. Mirov HUDA PARê meraq dikin, lêkolînê dikin bernameya me dixwînin û berê xwe didin partiya me. Bi hêviya ku di van hilbijartinan de dengên me zêde bibin.

DEM ji ber ku xwe wekî nûnerê yekane yê gelê Kurd dibîne û ti hevrikên din qebûl nake, li dijî me zimanê dijminatiyê bi kar tîne.

Heta bi zimanê rêxistina terorê êriş dike. Tirkên nijadperest ji ber nasnameya me ya Kurdewarî êrişî me dikin, Kemalîst jî ji ber nasnameya me ya Îslamî êrişî me dikin.”

“Heger pêvajoyeke nû çêbibe mixetab dê gel be”

Serokê HUDA PARê diyar kir ku li Tirkiyeyê 100 sal e Pirsa Kurd heye û derbarê destpêkirina pêvajoyeke nû de jî wiha got:

“Sedema pirsgirêka Kurd zîhniyeta CHPyê ye. Di 20 salên dawî de ku AK Partî desthilatdar bû hin gav hatin avêtin.

Hîn hinek pirsgirêk hene lê yê ku çareser bike AK Partî ye. CHP nikare vê pirsgirêkê çareser bike, ji ber ku sedema pirsgirêkê CHP ye.”

Zekeriya Yapıcıoglu li ser pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî anî ziman:

“Ez wisa difikirim ku heger pêvajoya çareseriyê careke din dest pê bike û xeletiyên berê bên dubarekirin, dê careke din bi ser nekeve.

Herwiha heger pêvajo çêbibe, ji ber ku mixetab gel e, pêwîstî bi mixetaban nîne. Eger niyet û îrade hebe dê pêk were. Eger di vî warî de rola me hebe, em amade ne ku bikin.

Helbet em dibêjin divê ev pirsgirêk çareser bibe. Em dibêjin eger çareser nebe Tirkiye nikare bi pêş bikeve. Çareserkirina pirsgirêkê wê ji bo Tirkiye, gelê kurd û herêmê bibe mînakek.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst