Çavuşoglu: Li gor belgeyên NATOyê Rûsya û terorîzm gef in

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Tirkiye NATO Swêd Fînland
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku “Di belgeyên NATOyê de du gef hene, yek Rûsya û yek jî terorîzm e. Em ji metirsiyên wan ên ewlehiyê têdigihin û divê ew jî ji metirsiyên me yên terorê fam bikin.”

Wezîrê Derve yê Portugalê Joao Gomes Cravinho îro 30ê Çileya 2023ê serdana Enqerê kir û ligel Mevlut Çavuşoglu civiya. Cravinho û Çavuşoglu piştî civînê konferanseke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Çavuşoglu li ser pirsa rojnamevanan derbarê endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê de got: “Ji bo endamtiya NATOyê, divê Swêd û Finland sozên xwe yên di rêkeftina sê alî de bicih bînin. Lê eger welatên endamên NATOyê biryarê bidin em dikarin Swêd û Finlandê ji hev cuda bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wiha axivî “Têgihiştina ji metirsiyên Tirkiyê têr nake, divê bersiva metirsiyan bê dayîn. Me ji ber wê rêkeftina sê alî îmze kir. Di çarçoveya sozên di rêkeftinê de li Swêdê hinek pêngavên wek guhertina destûr û yasayan hatin avêtin. Lê mixabin ji ber provakasyonên komên ku endamtiya Swêdê naxwazin paş de gav avêtin heye. Dema em li rêkeftinê dinêrin, divê Swêdê rê li ber çalakiyên fînansê yên komkirina pereyan û qezenckirina mirovan û herwiha propagandaya terorê yên rêxistinên wek PKK û FETOyê bigirta. Niha dikare rê li ber bigre? Ew ji bo rêgirîkirina endamtiya wan her roj çalakiyan dikin. Bi alayên PKKê dikin, bi wêneyên serokê dabeşker dikin. Ji bo rêgirîkirina van hemûyan soz hatibû dayîn. Di encam de li gor min cudakarî kirin di navbera welatê ku pirsgirêkên wê hene û welatê ku xwedî kêm pirsgirêke, dadmend e. Eger NATO û ev her du welat biryarê bidin em wek Tirkiyê dikarin her duyan ji hev cuda binirxînin. Wek em her car dibêjin û serokkomarê me jî dibêje em li gor Swêdê dikarin Finlandê cuda binirxînin. Lê divê pêştir NATO û ev her du welat biryarê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst