Kanî Torun: Armanca Tirkiyê ew e ku rejîma Sûriyê Rojava kontrol bike

29-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kanî Torun Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, daxuyaniyên  berpirsên hikûmeta Tirkiyê yên derbarê operasyoneke bejayî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de bi temamî  bi siyaseta navxwe û raya giştî ya wî welatî re peywendîdar e. Torun herwiha got: “Armanca Tirkiyê ya asayîkirina peywendiyên ligel rejîma Sûriyê jî ew e ku rejîm Rojava (Rojavayê Kurdistanê) kontrol bike.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek) Kanî Torun roja Sêşemê li bajarê Enqere yê Tirkiyê  li ser  êrîş û operasyonên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bersiva pirsên berpirsê ofîsa Enqerê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Şewket Herkî da.

Torun derbarê operasyoneke bejayî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de got “Dibe ku ew operasyon bibe, lê daxuyaniyên derbarê operasyonê de bi temamî bo raya giştî ya Tirkiyê ne. Armanca wan ew e ku li dijî PKKê dengên aliyên muhafazakar û netweperest bidestbixin.”

Li ser asayîkirina peywendiyên Tirkiyê ligel Rejîma Sûriyê jî Kanî Torun dibêje: “Armanca  Tirkiyê ya asayîkirina peywendiyên ligel rejîma Sûriyê jî ew e ku rejîma Rojava (Rojavayê Kurdistanê) kontrol bike.”

Torun di berdewamiya axavtina xwe de wiha rahihand “Mijara operasyonê weke hûn dizanin, bi temamî bi raya giştî ya Tirkiyê ve peywendîdar e. Hewil didin aliyên li Tirkiyê li dijî PKKê kom bikin . Armanc ew e dengên aliyên muhafazakar û netewperest bidestbixin. Ji ber wê jî ev bi temamî mijareke ku bi polîtîkaya navxwe ve girêdayî ye. Armanc ne ew e ku li Sûriyê tiştek bê sererastkirin. Wê bombeyan biavêjin 3-4 cihan, dibe ku hinekî bikevin hindir jî, lê weke min got ev bi temamî bi armanca propagandayê ye. Ez pêşbîniya operasyoneke berfireh li navçeya Rojava nakim. Ev bo peywendiyên navdewletî yên Tirkiyê jî zehmet e. Ya duyem jî ne pêkane ku bandorên wê operasyonê li navxwe jî  bên çareserkirin. Ji ber ku Tirkiye di warê aborî de ne amade ye. Ez li benda operasyoneke biçûk a xapaqndinê me. Ew jî  Eger bibe. Ez ne di wê bawerê de me ku zêde pêşvebiçin. Armanceke din a asayîkirina peywendiyan ligel rejîma Sûriyê jî ew e ku Rejîma Sûriyê Rojava kontrol bike. Wate Tirkiye rejîma Sûriyê bo vê yekê teşwîq dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst