Gergerlioglu ji Rûdawê re: Biryara dadgehê ya di doza Dedeogullari de metirsî ye ji bo şer

29-10-2022
RÛDAW
Nîşan Gergerlioglu Dedeogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dosyeya yekem a kuştina 7 endamên malbateke Kurd li parêzgeha Konya ya Tirkiyê de, ti tohmetbarekî girtî nema. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu ji Rûdawê re got, “Wan daxwaza me ya yekkirina her du dosyeyan red kir û biryarek girtin ku dikare dijmintiya di navbera her du malbatan de ji nû ve germ bike.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu îro Şemiyê ji Rûdawê re got, “Roja 28ê Cotmeha 2022 em bi çend kesên ku di nav wan de Çetîn Dedeogullari (take kesê ku ji malbatê sax maye) û baroyên parêzgehên cuda jî di nav de, beşdarî rûniştina doza li Konyayê bûn. Me daxwaz kir ku du dosyayên malbata Dedeogullari, wate êrîşa nijadperest a di 12ê Gulana 2021an de û komkujiya 30ê Tîrmeha 2021an ku ji malbatê 7 kes hatin kuştin, bikin yek lê dadger red kir û biryara berdana du tometbarên dosyeya yekem ku ji Elî Keleş û Lutfî Keleş pêk tên da.”

Dadger guh neda pirsa parêzerê malbata Dedeogullari

Gergerlioglu li ser berdana du tometbarên dosyeya yekem got, “Em vê biryarê şermezar dikin. Em biryareke bi vî rengî qebûl nakin. Parêzerên hevalên me wê heta kêliya dawî vê dozê bişopînin. Civak jî wê qebûl neke. Ez weke HDPê li Konyayê me û dosyeyê dişopînim.”

Gergerlioglu her wiha li ser proseya darizandinê ji Rûdawê re got, “Parêzerê aliyê beramber ji dadger re got ku şer ne li ser nijadperestî, Kurdbûn û Tirkbûnê ye lê dijminatiya her du malbatan ji berê ve hebûye. Dadger ew gotin cidî girt û li ser biryar da û ev bûyer wek mijareke sade nirxand. Parêzerê malbata Dedeogullari ji dadger xwest ku ji tometbar bipirse ka çawa di derbarê kuştina 11 leşkerên Tirkiyê de gotinên nebaş ji Kurdan re gotine? Lê dadger ev pirs ji wan nekir.”

Gergerlioglu û hin parêzeran ev biryar şermezar kirin û ji salona dadgehê hatin derxistin ku wan li derve jî ev biryar şermezar kirin.

Di dosyeya yekem de jî biryarên bi vî awayî têne girtin

Gergerlîoglû li ser dosyeya duyemîn a Dedeogullari ku 7 endamên malbatê ji aliyê Mihemed Altun ve hatin qetilkirin, diyar kir li gorî tiştên ku wî li salona dadgehê dîtiye, di wê baweriyê de ye ku heman tişt dê ji bo dosyeya yekem jî bê kirin û anî ziman, “Ez di wê baweriyê de me ku di vê dosyeyê de jî weke dosyeya yekem dê tenê kujer Mihemed Altun bê cezakirin û yên din jî bi awayekî bên berdan.”

Çetîn Dedeogullari, yekane endamê malbata Dedeogullari ye û 40 salî ye. Niha ji bo Çetîn pasewanê taybet ên dewletê hatine dayîn û biçe ku ew bi wî re ne, erka wan parastin e. Çetîn li heman taxê ye û aliyê din jî bi biryara dadgehê malbata din nemaye.

Gergerlîoglû got, “Li vir xaleke girîng heye. Çetîn Dedeogullari û me jî em ne li hêviya biryareke wiha bûn. Dadperwerî ew e ku biryareke adil û cezakirina tometbaran ku dê teselî bide xizmên miriyan e lê ya ku em niha dibînin ji bo xizmên Dedeogullari tu teselî nînin. Hêvîdar im tiştekî xirab rû nede û em carek din xebereke dilhezîn nebihîsin lê ev biryara dadgehê metirsîdar e û îhtîmala careke din şer derkeve heye, ji ber ku niha kesên mexdûr hene ku ji dadgehê bêhêvî mane. Kesên ku di kuştinê de cih girtine hene ku bi serbestî li derve digerin.”

Çi qewimîbû?

Berî kuştina 7 welatiyên ku piraniya wan jin û mezin bûn, di 12ê Gulana 2021an de, heman ew koma Tirk a şovenîst êrîşî mala Dedeogulllari kiribûn. Nêzîkî 30 kesan êrîşî malbata Kurd kirin, sivikatî û heqaret li wan kirin. Malbata Dedeogullari gilî li wan kir û êrîşkar Elî Keleş û Lutfî Keleş ji aliyê dadger ve biryara girtina wan hat dayîn.

Di 30ê Tîrmeha 2021an de kesê bi navê Mihemed Altun bi çekê êrîşî malbata Dedeogullari kir ku malbat bê çek bûn û gule li wan reşand. Di êrîşê de Yaşar Dedeogullari, hevjîna wî Îpek (57), keçên wî Serap (33), Serpîl (29), Sîbel (35) û kurên wî Metîn (42) û Bariş (31) hatin qetilkirin. Pişt re kujer mala malbata Dedeogullari şewitand. Di 4ê Tebaxa 2021an de hat girtin û bo dadgehê hat şandin.

Du dosyeyên Dedeogullari

Niha di dadgehê de 2 doz hene, yek êrîşa 60 kesan û ya din jî kuştina 7 endamên malbatê ye. Di doza yekem de Elî Keleş û Lutfî Keleş ên ku di girtîgehê de bûn hatin berdan. Niha di dosyeya yekem de, niha kesek di girtîgehê de tune. Di dosyeya duyem de jî doza Mihemed Altun û 7 tometbarên din berdewam dike û dozger ji bo wan cezaya heta hetayî xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst