Li Edîrne ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin

29-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Uzunkopru ya ser bi bajarê Edîrne yê Tirkiyê ve 4 kesên ji heman malbatê di mala xwe de kuştî hatin dîtin. Hat ragihandin ku 4 endamên wê  malbatê bi guleyê hatine kuştin.

Li gor zanyariyan îro 29ê Adara 2022ê kesûkarên malbata Guner ku niştecihiyên gundê Elmali yê girêdayî navçeya Uzunkopru bûn, demekê dirêj ji wan bê ageh man û li ser vê yekê tîmên cenderme û tendirustî agahdarkirin.  

Piştî demekê tîmên tendirutî û cendermeyan çûn mala malbata navborî û termê Mehmet Guner (bapîr), Mehmet Guner (nevî), Filiz Guner (bûk) û Anil Guner (kur) dîtin.

Tîmên tendiurustî ragihand ku di encama pişkinan de diyar bûye ku her 4 endamên malbatê bi çekê hatine kuştin.

Parêzgariya Edîrneyê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku li cihê bûyerê demançeyek û çifteyek hatiye dîtin û derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam in.

Lale Uçar ku xwîşka Filîz Guner e, ameje bi wê yekê da ku ti neyar û dijminên malbata Uçar nebûn û got: “Ew li ser karûbarê xwe bûn. Guh didan ajelên xwe.”

Ramazan Keskîn jî ku xwarziyê yek ji qûrbaniyên  bûyerê Mehemet Guner e dibêje: “Mirovên di halê xwe de bûn. Eger pereyên wan hebin û ji bo vê yekê hatibin kuştin em nizanin. 25-30 ajelên wan hebûn. Pereyê wan hebe nebe ez nizanim, lê berî demekê otomobîlek derdora 400- 500 hezar lîreyan ji xwe re kirîbûn. Eger pereyê wan hebe jî, ji xwe re dane otomobîl.”

Li aliyê din termê 4 endamên malbata qûrbanî bo beşa morgê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Uzunkopru hatin rakirin.

Hat ragihandin ku tîmên cendermeyan li gund têkildarî bûyerê dest bi lêkolînan kirine û çend kasûkarên malbatê bo wergirtina îfadeyê birine navenda cendermeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst