Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kêmtirîn mûçe diyar bû

28-12-2020
RÛDAW
Nîşan Turk-Iş TISK Karker Kêmtirîn Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyê aşkere kir ku kêmtirîn mûçe bo sala 2021 wek 2 hezar û 825 û 90 qirûş hatiye destnîşankirin.

Komîsyona Destnîşankirina Kêmtirîn Mûçe ku ji nûnerên hikûmet, karker û kardêran pêk dihat, di çarçova xebatên diyarkirina kêmtirîn mûçe de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bo cara dawîn kom bû.

Jibilî Zehra Zumrut, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî, li ser navê karkeran Turk-Iş û li ser navê kardêran jî TISK di civînê de amade bûn.

Di encama wê civînê de Zehra Zumrut aşkere kir ku kêmtirîn mûçe bo sala 2021 wek 2 hezar û 825 û 90 qirûş hatiye destnîşankirin û got, “Li gor par kêmtirîn mûçe 500 lîreyan zêde bû, ji %21,56 bilind bû.”

Nazmî Irgat, Sekreterê Perwerda Giştî ya Turk-Işê nerazîbûna xwe derbirî û got, “Kêmtirîn mûçeyê hatiye destnîşankirin kêm e û dûr e ji bendewariyên karkeran. Em wek aliyê karker ne li gel vê biryarê ne.”

Ozgur Burak Akkol, Serokê TISKê ku li ser navê kardêran di civînê de amade bû, got ku ew biryar ji bo her kesî li ser xêrê be.

Ev yek di demekê de ye sendîkayên karkeran berî niha aşkere kiribûn ku pêwîst e kêmtirîn mûçe ne li jêr 3 hezar lîreyan be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst