Piştî yasaya sansurê 11 rojnamevanên Kurd hatin desteserkirin

28-11-2022
RÛDAW
Li Tirkiyê karvedanên karvedanên li ser yasaya sansorê berdewam in
Li Tirkiyê karvedanên karvedanên li ser yasaya sansorê berdewam in
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê karvedanên li hemberî yasaya medyaya civakî ku bi dengên AKP û MHP hatibû pejirandin, berdewam in. Rojnamevanên serbixwe vê yasayê weke amadekariyeke desthilatê ji bo hilbijartinan dibînin û dibêjin, ew êdî li ser jiyana xwe ditirsin. Her piştî derxistina yasayê bi demeke ne dirêj, 11 rojnamevan hatin girtin.

Li Tirkiyê karvedanên li dijî "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast", ku wek "yasaya sansurê" tê binavkirin berdewam in.

Yasaya sansurê 13ê Cotmeha 2022an li Parlamentoya Tirkiyê bi dengên AKP û MHPê hat pesendkirin û li gor vê yasayê kesekî zanyariyeke dijî aştiya giştî û zanyariyeke ne rast belav bike dê ji salekê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Rojnamevanên serbixwe yasaya sansurê û zexta li ser medyayê wek amadekariyên desthilatê bo hilbjartinan dibînin.

Rêveberê Giştî yê Weşanê yê Dokuz8news Gokhan Bicici dibêje: “Yasaya dezenformasyonê wek amadekariyeke bo hilbijartinan xuya dike. Bi hinceta dezenformasyonê dixwazin dengên alternatîf û serbixwe yên civakê bibirin û propagandayê bikin. Li Tirkiyê dema hilbijartinanan dê tekoşîneke mezin a rastî û derewan hebe."

Piştî yasaya sansurê hat pesendkirin, 25ê Cotmeha 2022an 11 rojnamevanên Kurd hatin desteserkirin û 29ê Cotmehê bi biryara dadgehê 9 jê hatin girtin.

Peyamnêra Dokuz8news Fatoş Erdogan jî got: “Metirsî zêde dibe. Em êdî ji ewlehiya xwe ya canî ditirsin. Ez êdî ji wê yekê bawer dikim, ku dê tiştek were sere me û li qadê asta tundûtûjiya hê zêdetir bibin. Wiha diyar e, dê bi yasaya sansurê vê yekê hê zêdetir bikin."

Tirkiye li ser asta cîhanê di azadiya medyayê de di rewşeke xirab de ye. Li gor amarên Rojnamevanên Sînor Nenas, Tirkiye li ser asta cîhanê di nav 180 welatan de di rêza 149emîn de ye. Herwiha li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 44 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst