Austin û Akar rewşa Efxanistanê gotûbêj kirin

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Llyold Austin Hulusi Akar Amerîka Tirkiye Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de rewşa dawî ya Efxanistanê gotûbêj kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî akar û hevtayê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin di peywendiyeke telefonî de rewşa dawî ya Afxanîstanê gotûbêj kirin.

Di wê peywendiya telofonî de Hulusî Akar û  Lloyd Austin, kêfxweşiya xwe ji bo alîkariya navbera herdu aliyan di warê  karê veguhestina welatî û serbazan de anîn ziman.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, herdu Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê geşedanên dawî yên li Efxanistanê gotûbêj kirine û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bo can jidestdana serbazên Amerîkî li Firokexaneya Kabulê, sersaxî li hevtayê xwe Lloyd Austin kiriye.

Li aliyê din doh 27ê Tebaxa 2021ê  Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku proseya vekişîna leşkerên wan ji Efxanistanê bi dawî bûye. Wezratê di daxuyaniya xwe ya li ser Twiterê de gotiye “Veguhestina leşkerên me ku 20 sal e bi awayekî serkeftî erkê xwe li Efxanistanê cîbicîh kirine, bi dawî bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst