Sancar: Tirkiye di aloziyê de ye û bi dengdanê dikare ji aloziyê derkeve

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar ‌Hilbijartin 2023 Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî dendana li westgeheke denganê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di konferanseke rojnamevanî de bang li xelkê kir ku biçin ser sindoqan û got ku ev hilbijartin dîrokî ne û Tirkiye di aloziyekê re derbas dibe û bi dengdanê dikare ji vê aloziyê derbikeve.

Sancar hilbijartina serokomariyê wekî hilbijartineke dîrokî bi nav kir û got ku li gorî agahiyan rêjeya beşdariyê zêde ye.

Sancar di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de got ku Beşdarbûn zêde ye û dê bi demê re zêdetir bibe. Di vê hilbijartinê de pisûleyek heye ku tenê deng ji bo du kesan e û gelek welatî jî nawestin û xelk dê di van demjimêrên pêş de zêdetir dengên xwe bikar bînin.

Hevserokê HDPê bi rêya Rûdawê bang li welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û wiha got: “Ji kerema xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo paşerojeke geştir bikar bînin.

Sancar her wiha got ku ev hilbijartin dîrokî ne û niha Tirkiyê di aloziyekê re derbas dibe û ji bo derketina ji vê aloziyê dengên xwe bikar bînin û xwedî li dengên xwe derbikevin. Her wiha da zanîn ku hilbijartin ji bo paşerojeke geş e û parastina dengan, dengdan ewqasî girîng e.

Sancar dibêje ku ew dixwazin dewletê ber bi demokrasiyê ve biçe û dê heta dawiyê çavdêriya rewşê bikin û divê xelk jî xwedî li dengên xwe derbikeve.

Hilbijartinên serokomariya Tirkiyê îro birêve diçin. Di gera yekem a hilbijartinê de Recep Tayyîp Erdogan %49,52, Kemal Kiliçdaroglu %44,88, Sînan Ogan %5,17 û Muharrem Înce %0,43 deng standin. Ji ber ku berbijêran %50+1 dengan bi dest nexistin, hilbijartinên serokomariyê yên di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de derbasî gera duyemîn bû.

Li gorî yasaya hilbijartinan a Tirkiyê divê berbijêrê serokomariyê %50+1 dengan werbigire. Eger yek ji berbijêran negihêje wê rêjeyê, hilbijartin di nava 15 rojan de derbasî gera duyem dibe. Di gera duyem de jî benda %50+1 tê rakirin û rikaberiya di navbera herdu namzetên bihêz ên berbijêr bi dawî dibe û kî ji wan zêdetir dengan bi dest bixe dê bibe serokkomarê Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst