Yekemîn sotemeniya etomî gihîşt santrala etomî ya Tirkiyê

28-04-2023
Ferdî Sak
 Santrala Etomî ya Akkuyu ya li navçeya Gulnar a Mêrsînê, yekemîn santrala etomî ya Tirkiyê. Wêne: AA
Santrala Etomî ya Akkuyu ya li navçeya Gulnar a Mêrsînê, yekemîn santrala etomî ya Tirkiyê. Wêne: AA
Nîşan Tirkiye Santrala Etomî ya Akkuyu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di merasîmekê de bi amadebûna Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, yekemîn sotemeniya etomî gihîşt santrala enerjiya etomî ya Tirkiyê ya Akkuyuyê.

Duh yekem sotemenî gihîşt Santrala Etomî ya Akkuyu ya li navçeya Gulnar a Mêrsînê.

Projeya çêkirina wêstgehê ji aliyê Saziya Enerjiya Etomî ya Rûsyayê (Rosatom) ve tê birêvebirin. 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya online beşdarî merasîmê bûn û behsa hûrgiliyên vê projeyê kirin.

Serokê Rûsyayê, Vladmir Putin di merasimê de ragihand: “Em ne tenê wêstgehekê li Tirkiyê ava dikin. Li Tirkiyê sektoreke nû ya berhemanîna enerjiya xwecihî û netewî ya etomî çêdibe. Qadeke nû ya aborî vedibe. Herî dawî dixwazim vê bibêjim, pêkanîna sektoreke nû û avakirina wêstgeha etomî vê nîşanî me dide ku hûn birêz Erdogan û hikumeta Tirkiyê ji bo geşedana aborî ya welat çiqas xizmetê dikin. Ez bi eşkere vê bibêjim hûn dizanin armancên mezin li pêşiya xwe deynin û bi pêngavên rast ber bi wan armancan ve biçin.”

Ev yekem wêstgeha enerjiya etomî ye li Tirkiyê.

Bi gihîştina sotemeniyê ku pêngava berî berhemanînê ye, wê wêstgehê yekem statûya xwe ya wêstgeha etomî bidestxist.

Serokkomarê Tirkiyê dibêje, ev xeyaleke Tirkiyê bû ku wan piştî 60 salan pêk aniye.

Recep Tayyip Erdogan got: “Akkuyu veberanîna herî mezin a hevbeş e di navbera me û Rûsyayê de. Ev proje ku veberanîna wê 20 milyar dolar e, ji aliyê saziya peywendîdar a Rûsyayê ve projeya wê hatiye çêkirin û avakirin. Ev wêstgeh dê salane 1.5 milyar dolar sûdê bigihîne hawirdekirina me ya gaza xwezayî û dê bandoreke erênî li ser zêdebûna dahata niştîmanî bike. Ev tecrûbeya li vê derê dê me di warê enerjiya etomî de bigihîne cihên cuda.”

Piştî gotarên Erdogan û Putin, sertîfakaya radestkirina sotemeniya etomî bo Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê hat radestkirin.

Plan ew e ku yekem beşa wêstgehê piştî çend pişkinîn û ceribandinan dest bi berhemanînê bike.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê, Fatih Donmez di merasîmê de got: “Înşallah em ji sala pêşiya me û şûnde dest bi berhemanîna elektrîka ji enerjiya etomî dikin. Em bi zêdekirina yek ji çavakaniyên din li çavkaniyên enerjiyê yên Tirkiyeya me em portfoya xwe ya enerjiyê jî dewelemend dikin.”

Wêstegeha Berhemanîna Enerjiya Atomî ya Akkuyu ji 4 beşan pêk tê û xwedî şiyana berhemanîna 4 hezar û 800 megavatên elektirîkê ye.

Eger ew wêstgeh bi temamî çalak bibe tê pêşbînîkirin ku salane 35 milyar kîlovatdemjimêr elektrîkê berhem bîne. Bi gotina Serokkomarê Tirkiyê bi vê jî ew wêstgeh dê bi tena serê xwe ji sedî 10ê elektrîka Tirkiyê dabîn bike.

Kevirê bingehîn ê Wêstegeha Berhemanîna Enerjiya Atomî ya Akkuyu di sala 2018an de hat danîn. Temenê wê di navbera 60 heta 80 salan de ye.  

Ev proje li gor modela veberanînê ya “çêbike, bibe xwedî û bide karkirin”  hatiye çêkirin û biryar e bo 15 salên destpêkê Rûs vê wêstgehê bidin xebitandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst