HUDA PAR ji bo dersa Kurdî dest bi çalakiyan dike

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan Kampanyaya Dersa Kurdî HUDA PAR Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HUDA PARê dest bi çalakiyên balkişandinê yên dersa bijardeya zya imanê Kurdî kir.

HUDA PAR îşev li Stenbolê panelekê bi navê "Ez Zimanê Xwe hildibijêrim" li dar dixe.

HUDA PAR nûçeya panelê bi Tirkî û Kurdî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav kiriye.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu dê di destpêka panelê de biaxive.

Parlamenterê HUDAPARê yê Êlihê Serkan Ramanli, nivîskar û lêkoler Vahdettîn Înce û Serokê Komeleya Hezkurdê parêzer Suphî Ozgen dê wekî panelîst biaxivin.

HUDA PARê wiha got:

“Ji bo bal bê kişandin li ser dersa zimanê zikmakî ya bijarte em dê paneleke bi navê Zimanê Xwe Dibijêrim tertîb bikin. Temamê gelê me vexwandîyê vê panela me ye.”

Her sal di vê mehê de serlêdana dersa bijarde ya Kurdî tê kirin lê heta niha formên pêwîst li dibistanan nehatine belavkirin.

Partiyên siyasî, komele û tevgerên ziman jî bi çalakiyên xwe bala xelkê dikişînin ser hilbijartin û fêrbûna zimanê Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst