Tirkiye li koçberên Sûrî belgeyan bêyî ku naveroka wê bizanibin didin îmzekirin

28-01-2023
Hisên Omer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek parêzerên Tirk ku endamên komîteya mafên Penaberanin di derbarê rewşa penaberên Sûrî li navenda Oguzelî ya derkirina penaberan daxuyaniyek belav kirine. Li gorî daxuyaniyê, karmendên navendê penaberên Sûrî neçar dikin ku li ser belgeyan îmze bikin bêyî ku bihêlin penbar naveroka wan belgeyan bibînin.

Kampa Apayidin a penaberên Sûrî li Hatay a Tirkiyê bûye cihê tirsa koçberan ji derkirina bi zorê û şandina Sûriyê.

Di pacevideoyekê de, ku Grûopa Rizgarkirina Yekgirtî ya Alîkariya Mirovî belav kiriye, penaberekî Sûrî ku li gorî wê grûpê ji kampa Apayidin diaxive, bang li Neteweyên Yekbûyî dike da ku di hawara wan biçe.

Penbarekekî Sûrî dibêje: “Em bang li Neteweyên Yekbûyê û hemû saziyên navdewletî dikin, em penaberên Sûrî ne ku hatine Tirkiyê û nasnameyên me hene, lê niha em şandina kampan wekû hûn dibînin. Ev kamp ji bo ajelan in, ne ji bo mirovan in. Ji mehekê ve, me ji cihekî bo cihekî vediguhêzin. Em nizanin me dibin ku derê. Li vir gotin me hûn azad in, û dikarin ji Tirkiyê derbiçin. Lê nasnameyên me hatine desteserkirin û li bendî derkirina me ne. Wê ma carek din bişînin Sûriyê û wekû hemû kes dizanin li wir metirsiya kuştinê li ser me heye ji aliyê grûpên çekdar ên cuda ve. Wekû ajelan, ne wekû mirovan reftarê li gel me dikin."

Derkirina Penaberên Sûrî ji Tirkiyê:

Li gor saziyên penaberan,  500-600 penabeên Sûrî li Kampa Apaydin in,  58.748 penaberên Sûrî di sala 2022an de hatine derkirin.

44 penaberên Sûrî herî dawî hatine derkirin

Roja 26ê vê mehê, hejmarek parêzerên Tirk ku endamên komîteya mafên Penaberan in daxuyaniyek derbarê rewşa penaberên Sûrî li navenda Oguzelî ya derkirinê belav kirine.

Li gorî daxuyaniyê, karmendên navendê penaberên Sûrî neçar dikin ku li ser belgeyan îmze bikin bêyî ku bihêlin penbar naveroka wan belgeyan bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst