63 fezleke li Serokkomariya Tirkiyê ne: 53 yên parlamenterên HDPê ne

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Fezleke HDP Serokkomariya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Tirkiyê 63 fezlekeyên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li ser 39 parlementerên ku 32 ji wan HDPyî ne bi daxwaza “rakirina parêzbendiyê” amade kiribûn, ji bo bibe Parlamentoya Tirkiyê ji Serokkomariya Tirkiyê re şand.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê karên amadekirina 63 fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiya 39 parlamenteran temam kir.

Wezareta Dadê ev dosya ji Serokomariya Tirkiyê re şand da ku ji Parlamentoya Tirkiyê re bê şandin.

Ji nav 63 fezlekeyan hatine şandin 53 ji wan tawanbariyên li ser 32 parlamenterên HDPê dihewîne.

Li ser parlamenterên HDPê yên Wanê Sezai Temellî û Muazzez Orhan Işik her yek 4, li ser parlamenterê HDPê yê Wanê Tayip Temel û Parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran her yek 3 fezleke hatine amadekirin. 4 fezleke jî li ser Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera Amedê Salîhe Aydenîz hene.

Dosyayên Kiliçdaroglu û Ozdag jî hatin şandin

Di nav raporên ku hatine şandin de dosyaya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya bi îdiaya "heqareta li Serokkomar" jî heye.

Li aliyê din di rapora derbarê parlamenterê Partiya Demokrat Cemal Enginyurt de tawanên "bi qestî birîndarkirin", "heqareta eşkere" û "gefxwarin" ên ji ber kiryarên wî yên li hemberî rojnameger Latîf Şîmşek ku di bernameyekê lê kiribûn, cih digire.

Di nava dosyayên ku hatine şandin de raporek li ser Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst