Wezîrê Karên Navxwe: Me dest danî ser 2511 çekan

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çekên Bêruxset Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku li 81 parêzgehan dest danî ser 2 hezar û 511 çekên bêruxset.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên wan li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyoneke bi navê “Mercek-26” a çekên bêruxset daye destpêkirin.

Bi gotina Yerlîkaya di operasyonê de bi giştî dest bi ser 2 hezar û 511 çekên bêruxset de hatiye girtin ku hezar û 805 ji wan demançe û demançeyên deng in.

43 ji wan tifingên guledirêj û 663yê wan jî çekên nêçîrê yên bêruxset bûne.

Alî Yerlîkaya ragihand di çarçoveya operasyonê de li ser 2 hezar û 310 kesan jî karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê beşek ji dîmenên operasyonê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û da zanîn ku dê operasyonên wan ên rûbirûbûna çekên bêruxset berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst