Demirtaş li ser berbijêrbûna xwe ya ji bo Şaredariya Amedê axivî

27-11-2018
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Berbijêr Şaredarî Amed
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li ser îdiayên berbijêrbûna Şaredariya Amedê axivî.

 

Derbarê Selahattin Demirtaş de ku bû du sal di zindanê de ye, hatibû îdiakirin ku dê di hilbijartinên herêmî de bibe berbijêrê Şaredariya Amedê.

 

Demirtaş li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Berî ku em vê hefteyê bi dawî bînin, ez mijarekê zelal bikim. Ji bo kesên ku derbarê berbijêrbûna min a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de şirove û nûçe çêdikin spas dikim lê niyeteke min a wisa tine. Li derve bi hezaran hevalên min ên ku dikarin van peywiran bi cih bînin hene.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst