Li Amedê Xwaringeha Gel vebû: ‘Her tişt ji bo xizmeta gel e’

04-09-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê Xwaringeha Gel vebû / Wêne: Rûdaw
Li Amedê Xwaringeha Gel vebû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Xwaringeha Gel Amed Şaredarî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hejaran ango ew kesên ku qeweta wan nagihijê li derve xwarinê bixwin, Xwaringeha Gel vekir.

Li wê xwaringehê çar cure xwarin tenê bi 70 lîreyî ne.

Xelk ji bo ku karibe xwarineke erzan bixwe, li wê xwaringehê dikeve dorê.

Ew xwaringeh tenê 5 demjimêran vekirî ye. Di navbera 12ê nîvro û 5ê êvarê de kî hat dixwe, kî nehat bê xwarin dimîne.

Taybetiya wê xwaringehê ew e ku gelekî erzan e.

Çar cureyên xwarinê tenê bi 70 lîreyî difiroşe lê li xwaringeheke din lefeyek ne kêmî 70 lîreyî ye.

Li wê xwaringehê xelk bi taybetî kesên rewşa wan a aborî ne baş e ji bo xwarinê dikevin dorê.

“Her tişt ji bo xizmeta gel e”

Birevebira Xwaringeha Gel Nevriya Çurê ji Rûdawê re got:

“Krîza aborî bi rastî jî gelekî giran e. Ji ber vê yekê gel dê ji vê xwaringehê gelekî fêde bibîne.

Em rojê li gorî hezar kesî xwarinê derdixin. Her tişt ji bo xizmeta gel e.”

Li wê xwaringehê her roj cureyên xwarinê diguherin.

"Ev ji bo miletê me jî baş e"

Kesên ku li vê xwaringehê firavîna xwe dixwin, hem ji cureyên wê, hem ji paqijiya wê û hem jî ji bihayê wê kêfxweş in.

Şêniyê Amedê Recep Koluman got, “Ez dixwazim li çend cihên din jî hebe. Ev ji bo miletê me jî baş e.”

Niştecihê Amedê Veysel Avci jî got, “Fiyet pir baş e yanî. Her kes tê, pir baş e yanî.”

Welatî Ersîn Bîlmez jî wiha got, “Erzan e, li gorî piyaseyê xweş e lê cihê karê min dûr e, ez nikarim her tim bêm bixwin.”

Kesekî bi navê Omer jî got, “Tiştê wiha ji miletê me re pir baş e. Erzanî ye. Li cihê din bi 300 lîreyî ye.”

Mihemed Resûl jî got, “Bi 70 kaxizî ye. Xweş e. Em tên ji xwe re dixwin. Em memnûn in û ji wan re jî serkeftin.”

Xwaringeha Gel roj bi roj li bajaran zêde dibe

Xwaringeha Gel pêşî ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve û paşê ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatibû vekirin.

Herî dawî jî li Amedê hat vekirin.

Xwaringeha Gel bi konsepta xwe ya erzan, roj bi roj li bajar û navçeyên din jî zêde dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst