Meral Daniş Beştaş: Tirkiye hewl dide Komkujiya Zaxo binuximîne

27-07-2022
RÛDAW
Nîşan Zaxo HDP Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş di Parlamentoya Tirkiye derbarê topbarana Artêşa Tirkiye ye li gundê Perex yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxo ragihand ku Wezareta Derve ya Tirkiye hewl dide “komkujiya Zaxo” binixumîne û bûyerê bide jibîrkirin.

Tevî ku heftiyek bi ser topbarana 20ê Temûza 2022ê ya Artêşa Tirkiye li gundê Perex ê ser bi îdareya serbixwe ya Zaxo ve derbasbûne ku di wê topbaranê de 9 geştyarên Iraqî cane xwe ji dest dabûn û 26 geştyar jî birîndar bibûn, nerazîbûnên li ser wê bûyerê berdewam in.

Berpirsên Tirkiye û di serî de Wezareta Derve ya Tirkiye red dikin ku artêşa wan ew topbaran pêk anîbe, lê Hikûmeta Iraqê wî welatî tawanbar û berpirsê bûyerê dibînin û derbarê Tirkiyê de li Netweyên Yekbûyî gilî tomar kiriye.

Wekîla Serokê Firaksiyan HDPê Meral Daniş Beştaş îro 27ê Temûza 2022ê di civîneke li Parlamentoya Tirkiye de derbarê helwesta Tirkiye ya li beramber topbarana Zaxo  de rexne li saziyên Tirkiyê û hikûmeta wî welatî girtin.

Meral Daniş Beştaş da xuyakirin ku Hikûmeta Iraqê, Tirkiyê wek berpirsê Komkujiya Zaxo nîşan dide lê Wezareta Derve ya Tirkiye hewil dide  bûyerê binixumîne û bide jibîrkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiye ji  bo lêkolînkirina li ser bûyerê daxwaza hevahengiyê ji Iraqê û saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kiribûn lê heta niha ti pêngavek neavêtiye.

Wekîla Serokê Firaksiyan HDPê derbarê vê yekê de jî rexne li Wezareta navborî girtin û got: “Madem hûn ligel wê yekê ne ku rastî derbikevin holê çima Komîsyona Peywendiyên Derve heta niha li ser bûyerê neciviyaye?”

Beştaş dibêje: “Hikûmeta Iraqê çi dibêje? Rêveberiya Tirkiye weke navnîşan nîşan dide û li Neteweyên Yekbûyî derbarê Tirkiye de gilî tomar kir, lê Wezareta Derve tenê hewil dide bûyerê binixumîne û bide jibîrkirin. Li vê Parlamentoyê Komîsyoneke Peywendiyên Derve heye. Madem hûn ligel wê yekê ne ku rastî derbikevin holê, em bixwe jî ligel wê ne,  çima Komîsyona Peywendiyên Derve heta niha neciviyaye? Dikarî demildest bicive, şandekê pêkbîne û biçe Iraqê. Her roj komîsyon li welatên derve geştên lêkolînan dikin, di tawaneke ewqas cidî de ku îdiaya tawana şer heye, di demekê de ku  Iraq diqîre, parlamentoya xwe kom kir û  ji her derê cîhanê peyamên şermezarkirinê hatin lê ew neçûn  Zaxoyê. Şandek pêkaneanîn. Bangawaziyek nekirin. Jixwe ev yek derdixe holê ku ka mesele  çi ye; hewil didin bidin jîbîrkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst