ZAXO - Xaniyek hat bombebarankirin: Muxtar agahî dan

26-01-2025
Xerîb Mecîd
Nîşan Zaxo Tirkiye PKK Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Tirkiyeyê dîmenên bombebarankirina xaniyekî li gundê Şilînê yê nahiyeya Batîfayê ya Zaxoyê belav kirin.

Medyaya nêzîkî Hikûmeta Tirkiyeyê di vîdeoya bombebarankirinê de û got, “Me tola şehîd Ufuk Akinci hilda.”

Muxtarê gundê Şilînê Remezan Şilînî jî doh li ser bombebaranê ji Rûdawê re ragihand:

“Roja înê, piştî ku şer di navbera PKK û parêzvanên sînoran ên Îraqê de derket, saet 16:00an a heman rojê, balafireke şer a Tirkiyeyê xaniyek wêran kir.”

Roja înê di navbera gundên Sorya û Şilînê yên Zaxoyê de 2 endamên parêzvanên sînoran hatin kuştin.

Heman rojê, Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniyekê de “kuştina 2 gerîlayên PKKyê li Zaxoyê” ragihand û got:

“Wan rê li ber çalakiyên hêzên me yên ji bo kontrolkirin û xurtkirina ewlehiya herêmê girtiye.”

Muxtarê gundê Şilînê da zanîn ku gundiyekî bi navê Mihemed Şerîf Zubêr li wî xaniyî dijiya lê ji ber şer û pevçûnên PKK û Tirkiyeyê bar kiriye Batîfayê.

Li aliyê din, medyaya nêzîkî PKKyê li ser kuştina 2 parêzvanên sînoran a li Zaxoyê ragihand ku wan “di encama bombebarana Tirkiyeyê de” canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst