Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê li ser îtiraza AK Partiyê hemû deng dîsan tên hejmartin.
Serokatiya Bajêr a Mûşê ya AK Partiyê ji ber hinceta di encamên hilbijartinê de "xeletî heye" serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navend a Bajêr da.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr daxwaznameya AK Partiyê qebûl kir û biryar da ku deng dubare bên hejmartin
Heimartina dengan dest pê kir.
Li Mûşê li gor encamên destpêkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 54.48 3 kursî û AK Partiyê bi rêjeya ji sedî 32.40 kursiyek bidest xistibû.
24ê hezîranê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina serokomarî û hilbijartinên giştî yêngera 27an a parlementoyê hat kirin. Ji sedî 86.2 beşdarî di hilbijartinan de bûye.
Di hilbijartinên 24ê hezîranê de 51 milyon û 178 hezar û 630 dengder çûne ser sindoqan. Ji dengên hatine dayîn 50 milyon û 125 hezar û 400 hate qebûlkirin û milyonek û 53 hezar deng jî hatine betalkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse