Rapor: %70ê endazyarên ciwan naxwazin li Stenbolê bijîn

27-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Şaxa Stenbolê ya Odeya Endazyarên Makîneyê, li Stenbolê %70yên endazyarên di navbera 18-31 salî de dixwazin biçin bajar an welatekî din.

Şaxa Stenbolê ya Odeya Endazyarên Makîneyê, “Rapora 2023ê ya Lêkolîna Endazyarên li Stenbolê Dijîn” ku ji aliyê Kompanya Şêwirmendiyê ya Ancreva ve hatibû amadekirin, belav kir.

Li gor raporê li Stenbolê %70yê endezyarên di navbera 18-31 salî de dixwazin koça bajar an welatekî din bikin.

Serokê Şaxa Stenbolê ya Odeya Endazyarên Makîneyê Îbrahim Tataroglu ragihand, %65ê endamên wan bi pirsgirêkên debarê re rûbirû dibin.

Îbrahim Tataroglu got: “%87.44ê endamên me rewşa aboriya welat xirab dibînin. Rasterast xirab dinirxînin. Niha endamên me dibêjin li derveyî Stenbol kîderê be em ê biçin. Em ji bo pîşeya me û welatê me yek ji pirsgirêkên girîng e. Tenê %13ê endamên me dibêjin, dê rewşa aboriyê di navbera 12-24 mehan de baş bibe. %80ê dibêjin aborî di demeke nêzîk de baş nabe. Bi tevahî ji 30 hezar endamên me tenê %46 dixwazin li Stenbolê bimînin. Ew jî ji ber sedemên malbatî, karên hevjînên wan û zarokên wan. %55ê endamên me naxwazin li bajêr an welat bijîn. Ji endamên me yên di navbera 18-31 salî de jî %70ê naxwazin li Stenbol bijîn.”

Ji aliyê din ve li gor rapora Zanîngeha Yeditepe û Kompanya Lêkolînê ya MAKê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %76ê ciwanên di navbera 18-29 salî de ji bo jiyaneke baştir dixwazin li welatekî din bijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst