Êrişa nijadperestên Tirk a li Belçîkayê bû rojeva hilbijartinan

27-03-2024
RÛDAW
Malbateke Kurd a ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya rastî êrişê hat
Malbateke Kurd a ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya rastî êrişê hat
Nîşan Newroz Belçîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişa nijadperestên Tirk a li Belçîkayê ya li dijî Kurdan, li Tirkiyeyê bû rojeva hilbijartinan.

Li bajarokê Heusden-Zolderê yê Belçîkayê, malbateke Kurd dema ku ji ahenga Newrozê vedigeriya, rastî êrişên nijadperestên Tirk hat.

Mala malbateke Kurd li bajarê Heusden-Zolderê yê Belçîkayê ji aliyê faşîstên Tirk ve hatibû dorpêçkirin û ew rastî êrişê hatin.

Faşîstên Tirk li pêş mala malbata Kurd ku ji Newrozê vegeriyaye kom bûbûn û wan Alaya Kurdistanê şewitandibû.

Piştî van bûyeran li Belçîka û gelek bajarên Ewropayê di navbera Kurd û Tirkan de şer derket û her du aliyan êrişî dikan û kargehên hevdû kir.

Berpirsên Dewleta Tirkiyeyê li ser asta herî bilind hatin ser xetê û piştgiriya welatiyên xwe kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Niha saziyên me yên fermî yên li wê derê bûyerê dişopînin.

Balyozxaneya me jî dişopîne. Em jî dişopînin, înşalah dê encam bi xêr be.”

“Ji berbijêrên xwe yên vê derê re dengan dixwaze”

Berbijêrê CHPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş jî bangî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan kir û jê xwest ku biçe Belçîkayê.

Mansur Yavaş got, “PKKyî li Belçîkayê êrişî Tirkan dikin. Em lanetê li hemûyan dikin.

Baş e dê kî bi van re mijûl bibe, wezîrê me yê karên derve.

Li kû derê ye? Ji berbijêrên xwe yên vê derê re dengan dixwaze.

Bi ya min demildest biçe Belçîkayê û rê li ber êrişên li ser Tirkan bigire.”

“Pêwîst e bersivên xurt bidin vê faşîzmê”

Serokê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever jî li hemberî êrişan banga yekîtiya neteweyî kir.

Serokê KCDK-Eyê Engîn Sever got, “Pêwîst e bersivên xurt bidin vê faşîzmê.

Faşîzm dixwaze lîstikan bike lê belê em nayên van lîstikan.”

Bûyerên li Belçîkayê piştî ku Tirkekî gotin ji konvoya Newrozê gotibûn, dest pê kiribû, piştî du rojan aramtir bûne û niha bêdengiyek heye.

Hikûmeta Belçîkayê jî di asta bilind de tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst