Hewlêr (Rûdaw) - Tevî rexne û nerazîbûnên partiyên opozîsyonê projeyasaya budçeya sala 2023ê ya Tirkiyê li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin.
Roja Înê 25ê Mijdara 2022an Projeyasaya Budçeya sala 2023ê ya Tirkiyê li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin.
Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê bersiva rexne û pirsên derbarê budçeya sala 2023ê ya hemû saziyên girêdayî Serokkomariya Tirkiyê de da.
Li gor medya Fermî ya Tirkiyê piştî temambûna gotûbêjan, budçeya Serokkomariya Tirkiyê, Serokatiya Îstixbareta Tirkiyê, Sekretêriya Ewlehiya Netewî, Serokatiya Karûbarên Olî, Serokatiya Arşîvên Dewletê, Serokatiya Koşkên Netewî, Serokatiya Budçe û Stratejiyan û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bo sala 2023an hat pesendkirin.
Gotûbêjên li ser projeyasaya budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023an Roja Duşemê 5ê Kanûna 2022an destpê dikin.
Ev di demekê de ye ku partiyên opozîsyonê di serî de HDPê derbarê budçeyê de rexneyên xwe hebûn û daxwaz dikir ku li şûna polîtîkayên beşa herî zêde ya budçeyê bo polîtîkayên civakî bê terxan kirin.
Budçeya sala 2022ê û Sala 2023ê ya beşek ji wezaret û saziyên Tirkiyê wiha ye:
Li gor zanyariyan xerciyên budçeya sala 2022an a Tirkiyê 2 trilyon û 831 milyar û 472 milyon lîreyên Tirkî hatibûn diyarkirin, lê bo 2023an ew xercî di budçeyê de bo 4 trilyon û 470 milyar lîreyan hatiye zêde kirin.
Budçeya Serokkomariya Tirkiyê di sala 2022an de, 3 milyar û 890 milyon lîreyên Tirkî hatibû pêşbînîkirin, lê ew budçe bo sala 2023an wek 6 milyar û 637 milyon lîre hatiye diyarkirin.
Budçeya Wezareta Perwerdê ku wezaretek girîng e di sala 2022an de 189 milyar û 11 milyon lîre hatibû diyarkirin, bo sala 2023an bo 435 milyar û 351 milyon lîreyan hatiye zêde kirin.
Budçeya Wezareta Tendirustiyê îsal wek 116 milyar û 37 milyon lîre hatibû diyarkirin, lê ew budçe bo 2023an 293 milyar û 369 milyon lîre hatiye diyarkirin.
Budçeya Wezareta Berevaniyê ku bi taybetî gelek rexneyên HDPê li ser hebûn bo sala 2022an 80 milyar û 440 milyon lîre hatibû diyarkirin, lê bo sala bê bo 182 milyar û 771 milyon lîreyan hatiye zêdekirin.
Yek ji budçeyên din jî ku li Tirkiyê rexneyên zêde li ser in, budçeya Serokatiya Karûbarên Olî ye, bo 2022an ji budçeyê 16 milyar û 99 milyon lîre bo vê saziyê hatibûn diyarkirin, lê bo 2023 wek 35 milyar û 911 milyon lîre hatiye diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse