Ji rêxistinên rojnamevanan banga serbest berdana rojnamevanên Kurd

26-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cemîyeta Rojnamevanên Tirkiyê (TGC), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) û Sendîkaya Medya-Kar a DISKê banga serbest berdana 11 rojnamevanên Kurd kirin.

Doh 25ê Cotmehê li 6 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser ofîsên herdu ajansên Mezopotamya û JINNEWSê û malên payamnêrên wan de girtin. Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha û Mêrdînê hatine kirin û 11 rojnamevanên Kurd hatin desteserkirin.

Cemîyeta Rojnamevanên Tirkiyê (TGC), Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) û Sendîkaya Medya-Kar a DISKê derbarê rojnamevanên Kurd de daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniya ku banga serbest berdana rojnamevanan hat kirin de hat ragihandin: “Rojnamevanî ne tawan e. Mînaka herî dawî ya zexta li ser medyayê ya desthilatê ku demeke dirêje rojnamevaniyê wek tawan dibîne, di demeke ku ber bi hilbijartinê ve diçe desteserkirina 11 rojnamevanan e. Divê bi desteserkirina rojnamevanan hilbijartin neyên kirin. BI tevahî bi ser malên 11 rêvebir û peyamnêrên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê yên Stenbol, Enqere, Amed, Riha û Wanê de girtine û ew desteser kirine. Rayagiştî dîtiye ku hevpîşeyên me di dema desteserkirinê de hatine lêdan û ji pişt ve hatine kelemçekirin. Em wek rêxistinên pîşeya rojnamevaniyê, di demeke hilbijartin nêzîk dibin, van êrîşan wek astengkirina bidestxistina nûçe û rastiyan a welatiyan dibînin. Divê rojnamevan di zûtirîn dem de bêne berdan.”

Ji aliyê din ve Rêveberê Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever û Peyamnêrê Ajansa Mezopotamyayê Hakan Yalçin, ku li Stenbolê hatibûn desteserkirin, doh bi şev 25ê Cotmehê bo Enqerê hatibûn birin.

Îro 26ê Cotmehê jî peyamnêrê Ajansa Mezopotamyayê Selman Guleryuz, peyamnêra JINNEWSê Habibe Eren ku li Amedê hatibûn desteserkirin, peyamnêrên Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar û Ceylan Şahinli ku li Rihayê hatibûn desteserkirin û peyamnêra JINNEWSê Oznur Deger ku li Mêrdînê hatibû desteserkirin, bo Enqerê hatin birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst