Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê: Nameya Amerîkayê bo rêxistinên kar ne metirsî ye

26-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Nureddin Nebati Amerîka TUSIAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nureddin Nebati derbarê nameya Amerîkayê ya li ser bazirganiya bi Rûsyayê re got, “Bê wate ye ku ev nameya bo rêxistinên kar ên welatê me hatiye şandin metirsiyekê çêbike.”

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nureddin Nebati li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê nameya ku Amerîka bo Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) şandibû û ji ber peywendiyên bi Rûsyayê re gef li kompanyayan xwaribû daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Tirkiye yek ji navenda herî girîng a siyasî û aborî ya cîhanê ye.

Nureddin Nebati di peyama xwe de dibêje, “Em bi biryar in, di çarçoveya ku nebe mijara cezayan de em ê peywendiyên xwe yên aborî û bazirganî pêş bixin. Em bi vexwendina Hevpeyman û şirîkê me yê bazirganiyê Amerîkayê bo kompanyayên me kêfxweş dibin. Welatê me li dijî zehmetiyên li navçeyê, girîngiyê bi hewla hevbeş û yekîtiyê dide.”

Rêveberiya Amerîkayê nameyek ji Ofîsa Odeya Bazirganî ya Amerîkayê li Tirkiyê û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) re şandibû û derbarê bazirganiya ligel kompanyayên Rûsî de hişyarî dabû.

Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) jî bi daxuyaniyekê piştrast kiribû ku Amerîkayê derbarê Rûsyayê de hişyarî daye kompanyayên Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst