Polîsan rê neda ku Malbata Şenyaşaran biçe Wezareta Dadê

26-07-2023
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşaran Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar Wezareta Dadê ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan rê neda Malbata Şenyaşaran ku dixwest bikeve nav Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.

Malbata Şenyaşaran çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li ber Dadgeha Rihayê hefteya borî bi dawî kir û dê nobeta wan li Enqereyê li ber Wezareta Dadê berdewam bike.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Rihayê Ferît Şenyaşar, bi dayika xwe Emîne Şenyaşar û hejmarek parlamenterên YSPyê re li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

"Em li pêy edaletê ne"

Ferît Şenyaşar got: “Em li pêy edaletê ne. Em ji bo jiyaneke dadmend ji berpirsan daxwaza edaletê dikin. Baweriya me ya edalet û hiqûqê berdewam dike. Em dê xebat û tekoşîna xwe di çarçoveya hiqûqê de bimeşînin.”

Malbata Şenyaşaran piştî civînê bi armanca hevdîtina li gel Wezareta Dadê, ber bi avahiya wezaretê ve meşiya.

Malbata Şenyaşaran li ber deriyê Dîkmenê yê Parlamentoyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û dorpêçkirin.

Malbatê demekê çalakiya rûniştinê kir û piştre ber bi Wezareta Dadê ve meşiya lê pasevanên li ber deriyê Wezareta Dadê bi hinceta wezîr ne li wezaretê ye rê neda ku Malbata Şenyaşaran derbasî nav avahiya wezaretê bibe.

Bûyera Malbata Şenyaşaran

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de mirov û pasevanên parlamenterê berê yê AKPyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribû.

Kurekî Emîne Şenyaşarê li dukana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar bûbû ji bo edalet bi cî bibe û tawanbar bêne girtin 9ê Adara 2021ê li ber Dadgeha Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.

Malbata Şenyaşaran di roja 846an de çalakiya xwe bi dawî kir. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarê ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de weke Parlamenterê Partiya Çepên Kesk hatibû hilbijartin 16ê Tîrmehê cara dawî li ber Dadgeha Rihayê nobet girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst