Li Tirkiyê bihayê benzîn û mazotê careke din tê zêdekirin

26-05-2022
RÛDAW
Nîşan Mazot Benzîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku ji sibe 27ê Gulanê ve bihayê benzînê lîreyek û 43 quruş û bihayê mazotê jî lîreyek û 38 quruş tê zêdekirin.

Li gor medya Tirkiyê, Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ku îro 26ê Gulanê bihayê gaza xwezayî 37 quruş hat zêdekirin, sibe jî bihayê benzîn û mazotê tê zêdekirin. Bihayê benzînê lîreyek û 43 quruş û bihayê mazotê jî lîreyek û 38 quruş tê zêdekirin.

Niha li Stenbolê lîtreya mazotê bi 22 lîre û 8 quruş û bihayê benzînê bi 22 lîre û 86 quruşan tê firotin. Bilindbûna nirxê petrola brent li bazarên cîhanê û neseqamgiriya lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî li Tirkiyê bandorê li nirxê sotemeniyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst