Di Doza Kobanî de parêzer ji salonê derketin

26-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîn danişîna Doza Kobanî ya derbarê 28 jê girtî 108 kesan de hatibû vekirin, li  Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir  û bi hinceta di salonê de cih tuneye,  hejmareke parêzer negirtin hûndir, li ser vê yekê parêzerên din jî ji salona danişîna dozê derketin.

Li Enqere, Danişîna yekemîn a Doza Kobanî li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê saet 10:00 dest pê kir  û di vê dozê de hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş  û Figen Yuksekdag jî li gel hejmareke girtiyên din têne darizandin.

Di danişîna Doza Kobaniyê de parêzerên HDPê, xwestin ku hemû parêzeran bigirin hûndir, lê bi hinceta di salonê de cih tuneye,  nêzîkî 100 parêzer negirtin hûndir, li ser vê yekê parêzerên din jî salona danişîna bicih hiştin.

Hejmareke girtiyan jî di dema tespîkirina nasnameyan de weke protesto bersiva serokê dadgehê nedan û xwestin parêzerên wan beşdarî danişîna dozê bibin.

Di doza Kobaniyê de 1200 parêzeran navê xwe tomar kirine ku dixwazin HDPê biparêzin. Ji bilî rêkxistinên sivîl û komeleyên mafê mirovan şandek ji delegasyona Yeketiya  Ewropayê, komisyoneke 4 kesî ya CHPê û hejmareke zêde ya aligirên HDPê jî dozê dişopînin. Pêşbîni tê kirin  ku proseya rûniştinên doza Kobaniyê zêdetirî 2 mehan berdewam be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst