Guven: Recep Tayyîp Erdogan herî zêde deng wergirtine

25-06-2018
RÛDAW
Nîşan HilbijartinTirkiye Sadi Guven Encam Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Sadî Guven piştî hilbijartina 24ê Hezîranê ya serokomariyê ragihand ku Recep Tayyip Erdogan piraniya dengan wergirtiye.

 

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Sadî Guven wiha got: "Dema girtînameyên encamên sindoqên di sîstemê de hatine tomarkirin tên YSKê em wan bi partiyên siyasî re parve dikin."


Di berdewamiya axaftina xwe de Sadî Guven got: "Ji pergala me niha qederê ji sedî 97,7 encam hatine hildan. Hejmara dengên ku niha di pergalê de nehatine tomarkirin encamê naguherînin. Ji sala 2014an vir ve ji me re tu îtirazên wekî ku ev (zabitname) hatine guhertin nehatiye kirin."


Herwiha Guven anî ziman: "Li gor encamên nefermî AK Partî, CHP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP û Partiya Saadetê ji benda ji sedî 10î derbas bûn. Li gor encaman Birêz Recep Tayyîp Erdogan herî zêde deng wergirtine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst